01:00 19 Kanûn 2017
Zindî
    Polîsên Nû Zelendeyê kûçikê bi navê Grizz kuşt

    Polîsên Nû Zelendayê gule bera kûçikekî narkotikê dan û ew kuşt

    © REUTERS/
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 50

    Polîsên Nû Zelendayê di dema perwerdehiyê de gule bera kûçikekî narkotîkê dan û wan ew kuşt.

    Rayedaran ragihand ku kûçikê bi navê Grizz ê 10 mehî di dema perwerdekirina li balafirgeha Aucklandê xwe ji toqa xwe xelas kiriye û reviyaye. Piştî ku polîsan nekarî kûçikê ku 3 saetan li ser pîsta balaifran baz da û bû sedema rotara 16 balafiran, gule berdanê û wan ew kuşt.

    MEDYAYA CIVAKÎ BERTEK DA

    Gelek bikarhênerên medyaya civakî bertek dan kuştina Grizzî yê ji aliyê Servîsa Ewlekariya Hewavaniyê ya Nû Zelendayê dihat xwedîkirin. Gelek kesan pirsî bê çima polîsan di şûna guleyan rasteqîn de, derziye hişber bi kar neaniye.

    Bikahênerê bi navê Outback Camel wiha got: "Hê, Balafirgeha Auckland! Haya te ji tiştekî bi navê hişber tine! Grizz di nav aramiyê de binive."

    ​Taylor Anderson jî peyameke wiha parve kir: "Ez gelekî aciz im ku balafirgeha Aucklandê û polîsan Grizz kuştiye. Ew tenê kûçikek bû."

    NEÇAR MAN, BANGÎ POLÎSAN BIKIN

    Piştî bertekan, mufetişa Polîsan Tracy Phillips daxuyaniyek da û got, çi ji destê tîma ewlekariyê û peywirdarên rêyên hewayî hat, wan kir daku kûçikî bigirin û çareya dawî ew bû ku em gazî polîsan bikin. Çavkaniyeke ji balafirgehê ji BBCyê ragihandiye wiha gotiye, 'li ser çima derziyeke hişber li kûçikî nexistine, ez bersivê nizanim lê çekê hişber li balafirgehê tine û li ba polîsan jî tine."

    Bi heman mijarî:

    4 kûçik bi kobrayê 2 metro û nîv re têdikoşin
    Kontona Efrînê nêçîra ajalan qedexe kir
    Nivîskarê ku gotibû 'Yê nimêj neke heywan e' li dadgehê lêborîn xwest
    Kevok bi wesayîtan re ket pêşbirkê
    Etîketan:
    Grizz, kûçik, medyaya civakî, Nû Zelenda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de