03:00 20 Mijdar 2017
Zindî
    Angela Merkel

    Ji Merkel bo Tirkiyeyê: Tu niyeteke min ku ez di van provokasyonan de cih bigirin tuneye

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 830

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro wê cara yekemîn rû bi rû bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re were cem hev. Merkel berî hevdîtinê bersiva rexneyên Serokomar Erdogan da.

    Angela Merkel îro wê cara yekemîn rû bi rû bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re were cem hev. Merkel berî hevdîtinê bersiva rexneyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan da û got: "Tu niyeta min ku di vê pêşbirka provokasyonan de cih bigirim tuneye. Divê ev heqaret bi dawî bibin."

    ‘SÛCDARIYA PIŞTGIRIYA PKKÊ ABSURD E'

    Merkel di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Saarbruecker Zeitung a herêmî de bersiva îdîayên Erdogan ku piştgiriya PKKê dike da û got: "Ev sûcdarî gelekî absurd in."

    Serokwezîra Almanyayê di berdewamiya axaftina xwe de ji bo civînên siyasetmedarên tirk got: "Kesên ku werin Almanyayê divê li gorî qanûn û yasayan tevbigere. Em bûyerê her roj dinirxînin û ji bo pêşerojê em çeka vekirî nadin tu kesî."

    Serokomar Erdogan ji bo ku Almanya û Hollanda hinek kampanyayên plankirî yên referandumê betalkirin ev herdu dewlet bi faşîstî sûcdar kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Almanya bernameya Mehdi Eker betal kir
    Bêtirî yek ji sisiyan ji Almanya û Îtalyayê Kirimê wek beşeke Rûsyayê dibînin
    Jirinovski: Erdogan mafdar e, divê Holanda û Almanya werin sizakirin
    Ji bo mahzuvaniya peşbirka EURO 2024an tenê Almanya û Tirkiyeyê serî lê dan
    Almanya: Em helwesta Erdogan a ku me bi serdema Naziyê re berawird dike, red dikin
    Etîketan:
    Têkiliyên Tirkiye û dewletên Ewropayê, Serokwezîra, Donald Trump, Angela Merkel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de