14:26 20 Mijdar 2017
Zindî
    Pyotr Poroşenko

    Poroşenko mueyideyên li ser 5 bankayên jêrîn ên bankayên Rûsyayê pesend kirin

    © Sputnik/ Mikhail Palinchak
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 640

    Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko ew pêşniyara Konseya Parastinê û ya Ewlekariya Neteweyî qebûl kir a ku dixwaze ji bo salekê mueydeyên taybet ên aborî û yên wekî din bisepîne li ser 5 bankayên Rûsyayê yên jêrîn ên bankayên dewleta Rûsyayê.

    Poroşenkoyî ew pêşniyar qebûl kir a dixwaze mueyde li ser 5 bankayên di bankayên dewleta Rûsyayê de beşdar bisepîne.

    Li gorî daxuyaniya Serokatiya Dewleta Ûkraynayê, "Poroşenko pêşniyara Konseya Parastinê û ya Ewlekariya Neteweyî ya bi tarîxa 15ê Adara 2017an pesend kir ku dixwest mueydeyên taybet ên aborî û yên wekî din bo salekê li ser 5 bankayên beşdar bên sepandin."

    ​Mueyde dê li ser bankayên girêdayî banayên VTB, BM-Bank, Prominvestbank û VS Banke bên sepandin.

    Konseya Parastinê û Ewlekariya Neteweyî duh ji Servîsa Ewlekarî û Bankaya Neteweyî xwestibû ku pêşniyara sepandina mueydeyan li ser hiseyên bankayên girêdayî bankayên dewleta Rûsyayê pêşkêş bike.

    Tundrewên li ÛKraynayê roja duşemê dergehe nivîsgeha navendê ya Sberbankê girtibû û rê nedabû derbasbûn û derketina 400 xebatkarî. ATMyên girêdayî Sberbank û Alfa Bank ji aliyê tundrewan hatibû wêrankirin.

    Bi heman mijarî:

    Ûkrayna alîkariyê ji Rûsyayê dixwaze
    Saakaşvîlî: "Bêyî Ûkrayna pêşeroja Ewropayê tuneye"
    Ûkrayna ‘Belavoka Çurkîn' bloke kir
    Poroşenko wê endamtiya Ûkrayna ya ji bo NATOyê bibe referandûmê
    Poklonskaya: "Ûkrayna herêmeke ku bi demkî hatiye dagirkirin e"
    YEyê astengiyên vîzeyê yên Ûkrayna û Gurcistanê rakirin
    Ûkrayna, derheqê heyeta tirk a li Kirimê doz vekir
    Etîketan:
    mueyide, banka, Pyotr Poroşenko, Ûkrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de