21:30 30 Adar 2017
Zindî
    Alayên Yekîtiya Ewropayê li ber Navena Giştî ya Komisyona Ewropayê

    Berdevkê Komisyona Ewropayê: Em girêdayî peymana Tirkiye-YE ne

    © Sputnik/ Irina Kalashnikova
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 830

    Berdevkê Komisyona Ewropayê Margaritis Schinas got, "Em girêdayî peymana penaberan a li gel Tirkiyeyê ne."

    Berdevkê Komisyona Ewropayê di daxuyaniya xwe de got, "Em girêdayî peymana Tirkiye-YE ne. Ev, peymaneke pêbaweriya hevpar e. Em dipên ku her du alî jî sozên xwe bi cih bînin."

    Ev daxuyaniya komisyonê piştî şîroveyên Wezîrê YE yê Tirkiyeyê Omer Çelik ên di derbarê peymana penaberan hat.

    Wezîrê YE yê Tirkiyeyê Omer Çelik gotibû divê Tirkiye mijara çûnhatina ji bejahiyê ya di peymana penaberan a li gel YE de dubare binirxîne û diyar kiribû ku tu berpirsyariya Tirkiye ya ji bo peymanê tune ye.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye wê li NY, AGIT û li Konseya Ewropayê giliyê Hollandayê bike
    Yekîtiya Ewropayê bangî Holanda û Tirkiyeyê kir
    Konseya Ewropayê bo rageşiya di navbera Tirkiyeyê û Holandayê de bangî diyalogê kir
    Şêwirmendê Serokomar: "Divê Yekîtiya Ewropayê helwesta xwe nîşan bide"
    Senatorê rûsî: "Êdî tu şensê Tirkiyeyê ji bo endambûna Yekîtiya Ewropayê nema"
    Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Tusk dîsa wek serok hat hilbijartin
    Etîketan:
    peymana penaberan, Berdevkê Komisyona Ewropayê, Margaritis Schinas, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de