22:23 18 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Foruma Aboriyê ya Navdewletî ya St. Petersburgê (SPIEF) axivî

Pûtîn: Çîn şirîkê me yê herî mezin ê bazirganiya derve ye û dê wisa bimîne

© Sputnik /
Aborî
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got ku welatê Çînê şirîkê herî mezin ê bazirganiya derve ya Rûsyayê ye û dê wisa bimîne.

Pûtîn beriya serdana Çînê ku beşdariya lutkeya Hevkariya Rêxistina Şangayê (8-10 Hezîran) dike, bersiv da pirsên Gerînendeyê Giştî yê China Media Group Shen Haixiong.

Pûtîn diyar kir ku hecma bazirganiya navbera Rûsya-Çînê sala bihûrî derketiya 87 milyar dolaran û di 4 mehên 2018an de jî bi qasî salekê rêjeya bazirganiyê zêde bûye.

Pûtîn destnîşan kir ku ew jî rêjeyeke gelekî baş e û pêwîst e hîn jî were zêdekirin.

Serokê Rûsyayê herwiha destnîşan kir, şirîkê herî mezin ê bazirganiya derve ya Rûsyayê welatê Çînê ye û dê wisa jî bimîne.

Bi heman mijarî:

Zîlana 13 salî ji ber nivîsa ‘Selo’ û ‘HDP’ hat binçavkirin
Serokê Saadetê: Bi gotina tune, pirsa kurd tune nabe
Li Cizîrê ji peywirdarên sindoqan hat xwestin ku karê xwe berdin
Demirtaş derbarê Erdogan de doz vekir
Trump îşev li Koşka Spî fitarê dide
Kardashian: Ez her dem tazî bûm, xelata modeyê dan min
Etîketan:
Bazirganî, Çîn, Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de