13:32 23 Hezîran 2018
Hevserokê HDPê Sezai Temelli

HDPê sozên xwe yên aboriyê eşkere kirin

© Foto : Navenda HDPê
Aborî
Lînkê kurt
0 20

Hevserokê HDPê Sezai Temelli ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê sozên xwe yên aboriyê eşkere kirin. HDPê diyar kir ku dê mûçeya herî kêm 3 hezar be, dê ji bo hemû fermanberan milyarek zem were dayîn, dê piştgiriya çandiniyê ji sedî sed were zêdekirin û dê mûçeyên teqawîtbûyiyan dê bibe 3 hezar lîreyê tirkî.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli, Cîgirê Hevserokê Partiyê Garo Paylan û parlementerê HDPê yê Stenbolê Erol Katircioglu civîneke çapemeniyê lidarxisin û danezana aborî ya partiya xwe ya hilbijartinê eşkere kirin.

Temelli amaja kir ku ji bo jinavbirina bê edalitiya aborî demokrasî girîng e û hedefên xwe wiha rêz kirin: Em dê bernameyên ‘dabeşkirinê ya heqiyê', ‘bernameya mafên civakî', ‘bernameya jiyaneke bê deyn' têxine meriyetê.

‘DÊ LI HER TAXEKÊ KREŞEK WERE VEKIRIN Û DÊ JI BO HER JINA LI STARGEHAN 100 LÎRE'

Temelli da xuyakirin ku di çarçoveya ‘Bernameya Mafên Civakî' de ji bo ciwanan kartek were dayîn û mehane 500 lîre were dabînkirin. Dê hemû xîzmetguzariyên kamuyê ji tevahiya xelkê re bê pere werin dayîn, dê li her taxê kreşek were vekirin û ji bo her jina li stargehan 100 lîre were dayîn, dê ji bo hemû kesên ku 40 ji sedî astengdar in 1 lîre mûçe were terxankirin. Di çarçoveya ‘bernameya jiyaneke bê deyn de dê krediyên mezêxder û dê faîzên kartên krêdeiyan werin jêbirin û dê ji bo demeke fireh ji nû ve vesaskirin."

‘DEME KU EDALETA BACÊ TINE BE, HÛN NIKARIN LI TI QADÊ EDALETÊ PÊK BÎNIN'

"Xala me ya sereke edaletê bacê ye. Ger dema ku edaleta bacê tine be, hûn nikarin li ti qadê edaletê pêk bînin. Em dê fînansmanê kamuyê ne ji deynan bes ji bacdayînê dabîn bikin. Me bernameya xwe ya aboriyê li gorî bacdayînê saz kir."

‘BILA SELAHATTIN BEG DILÊ XWE NEGIRE LÊ EM DÊ BUDÇEYA SEROKOMARIYÊ KÊM BIKIN, DAXINE ASTEKE SEMBOLÎK'

Temelli îdia kir ku ew dê dawiyê li îsrafa çavkaniyên kamuyê bînin, "Budçeya serokomariyê gihaştiya astên herî bilind. Bila Selahattin (Demirtaş) Beg li qisûrê nenere, em dê vê budçeyê kêm bikin, daxine asteke sembolîk. Ji xwe ji ber ku ew dê li koşkan nejî, dê bi budçeyeke mutevazî îdare bike."

Temelli destnîşan kir ku maliyeta her sê bernameyan 416 milyar e û di dawiya 5 salan de dê ji bo 5 milyon kesan îstîhdam were peydakirin.

Temelli teqez kir ku ew dê piştgiriya KOBIyan, cotyaran û dikandaran bikin, "bêguman dê butçeyeke Tirkiyê ya berevaniyê hebe lê divê ev butçe ne bi konsebteke şer, bi polîtîkayên ewlehiyê ve girêdayî be."

Bi heman mijarî:

YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
HDP lîsteya parlamaneteran îro radestî YSKyê dike, gellek navên nû hene
Onder: HDP wê ji sedî 14ê dengan bistîne
Demirtaş: Ger HDP bendê derbas bike, hûn dikarin ji AKPê re bibêjin oxir be
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de