19:13 23 Hezîran 2018
Xeta Boruya Petrolê ya Ceyhanê

'Bexda û Hewlêr li hev nakin, Iraq rojane dahata 550 hezar bermîl petrol ji dest dide'

© REUTERS / Ümit Bektaş
Aborî
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Petrolê ya Iraqê duh yekşemê ragihand, ji ber ku Hewlêr û Bexdayê di mijara derfiortina petrolê di ser deriyên bakurî re li hev nekiriye, Iraq rojane dahata 550 hezar bermîlan wenda dike.

Li gorî nûçeya El Sûmreiyayê ya iraqî, Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cehedî gotiye ku" firotina petrola Kerkûkê ji ber lihevnekirina li gel Kurdistanê rawestiyaye" û diyar kir ku "wezaret dixwaze careke din petrolê di rêya boriyên herêmê re bişîne.

Herwiha Cehedî diyar kir "hilberîna bîrên petrolê yên li Kerkûkê bêtirî 150 hezar bermîlî ye û eger derfirotin dest pê bike, dibe ev rêje zêde bibe" û destnîşan kir ku "nefirotina di rêya deriyê bakurî re, dibe sedem ku Iraq rojane dahatên derfirotina bi qasî 550 hezar bemîlî wenda bike."

Berdevkê wezaretê diyar kir ku "wezaretê çend caran diyar kiriye ku dixwaze petrolê di rêya deriyê bakurî re bifiroşe lê aloziya dosyayên navbera hikûmeta federal û ya herêmî dibe asteng û herwiha herêm (a Kurdistanê)bi tena serê xwe petrolê difiroşe û peymanan bi şirketan re girêdide bê ku li Hikûmeta Federal a Wezareta Petrolê vegere."

Bi heman mijarî:

Li Kurdistanê partiyên siyasî ji encamên hilbijartinan bi guman in
Ceng Sagnic: Moskowa di pêwendiyên Kurdistanê de gelekî bi biryar e
Dengdana taybet li Herêma Kurdistanê dest pê kir
Barzanî û Pûtîn li ser bihêzkirina pêwendiyên Rûsya li gel Herêma Kurdistanê li hev kirin
Serokê Rosneftê: Li Kurdistanê ji bo projeyên nû dixebitin
Bi wêneyan dengdana taybet ya li Herêma Kurdistanê
Etîketan:
Asim Cehed, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de