01:28 18 Hezîran 2018
Herka Tirkî

Wezîrê Enerjiyê yê Sirbistanê Antic: Me hêviyên mezin bi xeta Herka Tirkî ve girêdane

© Sputnik /
Aborî
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Enerjiyê yê Sirbistanê Aleksandr Antic got, hêviyên mezin bi xeta gaza siruştî ya Herka Tirkî ve girêdane.

Aleksandr Antic beşdarî 22emîn Foruma Aboriyê ya Navdewletî ya St. Petersburgê (SPIEF) ya ku 24-26ê Gulanê hatibû lidarxistin bû û ji Sputnikê re fikirên Belgradê yên derbarê Herka Tirkî de vegotin.

"EM DIXWAZIN WELATEKÎ TRANSÎT BIN"

Anticî diyar kir ku dixwazin di boriya gaza siruştî ya Herla Tirkî de bibin welatê transtît û got ku hêviyên mezin bi vê projeyê ve girêdane. Di çarçoveya forumê de Antic bi hevkarê xwe yê rûs Aleksandr Novakî re civiya û derbarê hevkariya enerjiyê ya li gel Rûsyayê de daxuyanî dan.

"HEVKARIYA ENERJIYÊ BI RÛSYAYÊ RE DI ASTEKE BILIND DE YE"

Herwiha Anticî got, "Hevkariya navbera şirketên enerjiyê yên sirbî û rûsî di asteke bilind de ye. Bazara gazê li Sirbistanê mezin dibe. Di çarêka sala 2018an de Têrbûna Berhemên Hundirîn bi qasî 4% zêde bû û sedema sereke jî çûnûhatina aborî ye. Di encama vê de kirîna gazê ji Rûsyayê li gorî dema par, bi qasî 6% zêde bûye. Ji ber em dipên ku mezinbûna aboriyê dewam bike, em hêvî dikin ku gazeke siruştî zêdetir ji Rûsyayê bikirin."

Bi heman mijarî:

Gazprom: "Ji bo Herka Tirkî wê grûba xebatê were avakirin"
Gazprom: Hevdîtinen ‘Herka Tirkî' rawestiyan
Rûsya: "Em derbasî axaftina hevdîtinên avadankirina Herka Tirkî bûn"
Gazprom: "Ji bo înşaeta Herka Tirkî me destur stand"
Gazprom: "Ji bo Herka Tirkî me piraniya destûrên pêwist wergirtin"
Etîketan:
Aleksandr Novak, Aleksandr Antic, Tirkiye, Belgrad, Sirbistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de