23:10 21 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Meheke din sebir bikin û ji bo desthilateke demokratîktir deng bidin

© Foto : HDP
Aborî
Lînkê kurt
0 20

Namzedê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê ku ji aliyê parêzerê wî ve tê birêvebirin, derbarê rûdanên aborî yên dawiyê nirxand. Demirtaş, "Pereyên ku ji derve dihatin we dane bavê pereyan û li cotkar û karkeran muameleya lawê jinbavê kir"

Namzedê Serokomariya Tirkiyê yê HDPyî Selahattin Demirtaş li ser zêdebûna nirxê dolar û geşedanên dawî yên aboriyê li Tirkiyê daxuyanî dan.

Demirtaş bi rêya hesabê xwe ev peyam belav kirin:

‘PEREYÊN KU JI DERVE DIHATIN WE DANE BAVÊ PEREYAN Û LI COTKAR, ESNAF Û KARKERAN MUAMELEYA LAWÊ JINBAVÊ KIR?'

"Welew ku sedema zêdebûna nirxê dolar weke ku hikûmet amaje dike karê mîhrakên derve be. Lê we aborî çima veguherand qada lîstikên mîhrakên derve. Pereyên ku ji derve dihatin we dane bavê pereyan û li cotkar, esnaf û karkeran muameleya lawê jinbavê kir?"

​We çima kesên ku dibêjin we bi OHALê, bi girtinênên neheq, jikaravêtinên bê sûc û sebeb, bê edalitiyên hilbijartinan ji rantxwirên biyanî re zemînekê ava dike, bêdeng kir?

​Bo nimûne, we Demirtaş avête hundir û li kêfa xwe dinerin, çima hûn ji gel vedişêrin ku ev yek zirarê dide aboriyê?

​Alîgirên we bi karê zor zêde, bi îhaleyên têr û tije trîlyon dibin û ji vê qeyrana aborî jî sûd werdigirin. Hûn çima vedişêrin ku eger hûn car din werin hilbijartin dê fatorê giran ji gel were birîn.

‘EM DÊ DAWÎ LI RANT, DIZÎ, BERTÎL Û ÎSRAFÊ BÎNIN'

Xilasiya ji vê kêşeyê mimkûn e. Hilbijartin ji bo vêya fersendek e. Hemîn em dawî li vê rewşê bînin. Em dê dawî li rant, dizî, bertîl û îsrafê bînin. Em dê kaneyên vî welatî li feqîran belav bikin.

​Nenerin ku ez bi îdiayên bêbingeh girtî me. Rêz û îtîbaa min a navdewletî, ji ber nêzîkatiya min a semîmî bo demokrasî û mafê mirovan rêzdariya min ji desthilata hetî qet bi qet zêde ye.

​Roja ku ez bûme Serokomar, Tirkiyê dê li seranserê cîhanê bibe welatekî ku rêz lê tê girtin. Pê re pê em dê bandora wê ya erênî li aboriyê bibînin. Ji vê yekê dilniya bin.

​‘PÊWIST E HEMWELATIYÊN ME JÎ BI PANÎK JI LÎREYÊ TIRKÎ NEREVIN Û BERÊ XWE NEDIN DOWÎZÊ'

Pêwist e hemwelatiyên me jî bi panîk ji lîreyê tirkî (TL) ne revin û berê xwe nedin dowîzê. Ev yêk dê zêdetir krîze kûr bike. Meheke din sebir bikin û li sindoqan ji bo desthilateke demokratîktir deng bidin. Mayîndetirîn çareserî ev e.

 

Bi heman mijarî:

Berdana Demirtaş careke din hat redkirin
‘Demirtaş behsa nêrîn û projeyên xwe kir, ez qanî bûm'
Demirtaş ji namzedên HDPê re peyamek şand
Parêzeran îtîrazî biryara dijî berdana Demirtaş kirin
Pervîn Buldan: Serlêdana tehliyekirina Demirtaş hat redkirin, wê gelê me wî tehliye bike
Etîketan:
Namzedê HDPê yê Serokomariyê, Peyam, Aborî, Daxuyanî, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de