13:30 23 Hezîran 2018
TL - Pereyên tirkî

Prof. Boratov: An hûn ê pabendî qaîdeyên fînansê bimînin an jî werin sizadan

© REUTERS / Murad Sezer
Aborî
Lînkê kurt
0 0 0

Aborînas Prof. Dr. Korkut Boratov bal kişand ser qaîdeyên fînansê û got, "An Hûn dê pabendî qaîdeyên fînansê bimînin an jî werin sizadan. Wekî encam hûn dê teslîmî qaîdeyan bibin û hûnê biçine IMFê. Rewşa Tirkiya ya niha wiha ye."

Niha qaîdeyên ku li cîhana fînansê derbasdar in ev in:

  • Azadiya misoger a banka navendî.
  • Polîtîkaya zexm a pereyan ku rêjeyên faîzê yên li ser enflasyonê diyar dike.
  • Nirxên dowîzan dê serbest were berdan û dê banka navendî dest nediyê.
  • Qaîdeya sereke ya bingehîn dê tevgerên sermayeyê azad were berdan.

Ev hemû qural û qaîde serweriya fînans kapîtalê dabîn dikin. Serê pêşî dibe ku hûn bi wan re şer bikin. Yanî dibe ku hûn derkevin û bibêjin ‘em dê tevgerê sermayeyê kontrol bikin' lê Tirkiyê di sala 1989an de dev ji vê yekê berda. Azad berda. Ya duyemîn, hûn dikarin qura dowîzê kontol bikin. Tirkiye di sala 2001ê de di dema Kemal Derviş de dev ji vê jî berdan. Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) ya ku di dawiya 2002an de bû desthilat heman qaîde qebûl kirin. Niha ya hûn dê pabendî van bimînin yan jî dê werin sizadan."

SIZADAN ÇI YE?

Çi ye Sizadan? Têketin fonan radiweste. Nirxên krêdiyan biha dibe an jî banka dest bi tehsîlkirina pereyên esasî dikin. Ev jî ber krîza dowîzê ve dibe. Wekî encam ya hûn dê babendî qaîdeyan bimînin an jî dê teslîm bibin û biçin IMFê. Halê hazir rewşa Tirkiyê wiha ye.

Serokomar (ê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan) bi boneyên cur bi cur diyar dike ku dê pabendî vê yekê nemîne. Lê retorîk dorhêlê tev li hev dike. Çi dibêje: ‘Yên ku pereyan derxine derveyî welêt dê ji bo wan bac werin sepandin. Weke serê birêveberiyê Serokomar ne mecbûrê ku tabi'ê xweseriya Banka Navendî bibe. Herî dawî jî derbirî bû ku faîz binemaya hemû xerabiyan e, pêwist e were xistin' Ev tê wateya îtîrazê lê dema ku qaîdeyên bingehîn werin parastin ne pêkan e ev yek. Hûn taliya talî dê werin sizadan."

Euro, dolar, sterlin, pere, dovîz
© REUTERS / Murad Sezer
DÊ ENFLASYON ZÊDE BIBE Û TALIYA TALÎ HEKE VEGERE KRÎZEKE TUND Û ABORÎ BIKEVE TENGASIYÊ, DÊ BÊ KARÎ ZÊDE BIBE'

Boratov li ser bê gelo ev aboriya ku ber bi têkçûnê ve diçe dê bandoreke çawa li karkeran, fermanberan bike got, "Dê enflasyon zêde bibe û taliya talî heke vegere krîzeke tund û aborî bikeve tengasiyê, dê bê karî zêde bibe. Dê paşê yek ev biqewime. Dawiya salê. An jî sala bê."

Bi heman mijarî:

Commerzbank: Tirkiye li benda hezîranê bimîne dibe dolar bigihîje 6 lirayî
Dolar li beramberî pereyê tirk rekoreke din şikand: Gihîşt bihayê herî zêde
Ji rojnamevanên ku tunekirina polîgona nukleerî bişopînin 10 hezar dolar hat xwestin
Dolar bi rekorek nû dest bi hefteyê kir
Piştî biryara Trump dolar reqoreke din şikand
Ji bo sepandinên aborî yên Amerîkayê, Rûsya û Japonya bi heman şêweyî bersivê didin
Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin
Ince: Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke çandî, aborî û siyasî ye
Etîketan:
Bê karî, Pereyê Tirkî, Fînans, Sizadan, Aborî, Korkut Boratov, tirkiye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de