20:51 20 Gulan 2018
    Bitcoin

    Yek ji bankeya herî mezin a dinyayê amadekariya çêkirina pereyê dijîtal dike

    © REUTERS / Dado Ruvic
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bankeya 5emîn a herî mezin li dinyayê Mitsubishi UFJ Financial Group amadekariya ku pereyê xwe yê krîpto di sala 2019an de bixe bazarê dike.

    Li gor nûçeya CoinTelegraphê ku ji medya herêmî ya NHKê veguhestiye, Mitsubishi UFJ Financial Group li ser pereyê krîpto yê bi navê MUFG Coin xebatên ceribandinê dike.

    Bankeya japonî ger vî pereyê krîpto bixe bazarê dibe yekemîn bankeya ku bi pereyê dijîtal kar dike.

    Hat ragihandin ku dê MUFG Coin 100 hezar hesabên bankeyê vehewîne nav xwe.

    Dê nirxê MUFG Coinê bi qasî Yenê japonî be û li dikan, market, restoran û gelek deverên din jî were bikaranîn.

    Mitsubishi UFJ Financial Group ji sala 2016an ve li ser pereyê dijîtal planan dike.

    Bi heman mijarî:

    Polîsa jin li ber standa HDPê strana ‘Olurum Turkiyem’ lê da û îşareta 'bozkurt' çêkir
    Li Akrê qezaya trafîkê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
    Endamê Komîsyona Hilbijartinê: Pêwist e daxwaza partiyên Kurdistanê bê bicihkirin
    Ji Federasyona Rojnamevanên Navnetewî bo Ukraynayê: Vişînkiy derhal berdin
    Lîstîkavana ‘Keçên Rojê' li Cannesê bû
    Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
    Îsraîlê Xeze topbaran kir
    Etîketan:
    Mitsubishi UFJ Financial Group, Japanya, Bitcoin, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de