17:05 24 Gulan 2018
    Îran

    Mueydeyên li ser Îranê dê çiqasî bandorê lê bikin û kî dê herî zêde sûdê jê bigire?

    © AP Photo / Vahid Salemi
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî biryar da ku ji peymana nûkleerî ya li gel Îranê vekişe, nîqaş li ser wê mijarê derketin gelo dê çiqasî bandorê li abroiya Îranê bike ku li gorî wê, Îran dê mehane 6 milyar dolar ji dest bide û hinek dewlet, Erebistana Siûdî di serî de, dê dahatên mezintir bi dest bixin.

    Rojnameya Wall Street Journalê ya amerîkî îro çarşemê ragihand ku piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê ya Donald Trumpî ya vekişîna ji peymana li gel Îranê, Erebistana Siûdî soz daye ku piştgiriyê bide bazara petrolê ya cîhanê.

    Trumpî duh ragihandibû ku ji peymana nûkleerî ya li gel Îranê vedikişe û soz dabû ku mueyideyên nû li ser Tehranê bisepîne.

    Dibe ku sepandina mueydeyan li ser Îranê bibe sedem ku derfirotina petrolê ya Îranê ji binî ve raweste.

    Li gorî rojnameya amerîkî, tê texmînkirin ku derfirotinên Îranê yên petrolê bi bazara cîhanî rojane digihêje 2.7 milyon bermîlî ku ev jî bi qasî 3% ji tevahiya petrola cîhanê ye.

    Li gorî nirxên navdewletî, bi awayekî rêjeyî nirxê bermîla petrolê digihêje 75 dolaran ku ev jî tê wê wateyê dahatên Îranê rojane digihêje 202 milyon dolaran û mehane jî ji 6 milyar dolaran derbas dibe.

    WSJê diyar dike ku Erebistana Siûdî soz daye ku piştî Amerîka ji peymanê vekişîne û mueyideyan li ser Îranê zêde bike pişka Îranê telafî bike bêyî ku bandor li bazara cîhanî bibe.

    Herwiha rojname balê dikişîne ser reqabeta navbera Erebistana Siûdî û Îranê ku herdu welatan li ser wê bazara petrolê jî şerekî dijwar kiriye ku Erebistana Siûdî ji sala 2016an ve li gel mezintirîn îxracatkarên petrola xam hewl didin hilberandina xwe kêm bikin da ku nirxê bermîla petrolê zêde bikin.

    Îran piraniya petrola xwe difiroşe şirketên Çîn, Asta û Ewropayê lê dibe ev şirket jî piştî muedeyên Trumpî ji xwe re li alternatîvan bigerin.
    Ji aliyê din ve, rojnameyê destnîşan kir ku hîn berfirehiya bandora mueydeyên amerîkayê li ser nirxê petrolê diyar nebûye lê tê texmînkirin ku nirxê bermîla petrolê bigihêje 76 dolaran.

     

    Bi heman mijarî:

    Sedr Îran tehdît kir: Ez ê bi dest dagirkeriyê bikim
    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
    Balyozê berê: Îran hewl dide bi milîsên xwe bandorê li hilbijartinên Iraqê bike
    Îran: Prensê Siûdî hedê xwe derbas dike
    Ji Trump daxuyaniya 'êrîşa kîmyewî': Putin û Îran jî berpirsyar in
    Îran: Eger Amerîka êriş bike, em ligel Şamê ne
    Etîketan:
    Donald Trump, Amerîka, Erebistana Siûdî, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de