11:13 24 Gulan 2018
    İran petrol

    Biryara Amerîkayê ya Îranê li bihayê petrolê xist

    © REUTERS / RAHEB HOMAVANDI
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî biryara vekişîna ji peymana nukleerî ya Îranê re ku ji aliyê Donald Trump ve hat ragihandin, bihayê petrolê bilind bû.

    Ligel ku bermîla petrolê ya cureya Brent a Londonê li seranserê dinyayê daketibû 73 dolaran jî piştî biryara Trump gihîşt 76.17 dolaran.

    Herwiha bihayê bermîla petrola Rojavayê Texasê WTIyê  car din bilind bû û gihîşt 69.72 dolaran.

    Li gor pisporan li demjimêrên sibehê piştî nûçeyên ku dê Amerîka ji peymana nukleerî vekişe bihayê petrolê ketibû, lê piştî daxuyaniyên Trump ji nû ve bilind bûye.

    Pispor dibêjin, heger Amerîka dorpêçên li ser Îranê di navbera 90-180 rojan de bisepîne, dê firotina derve ya petrola Îranê derbeyê bixwe û li ser bilindbûna bihayê petrolê fişarê çêke.

    Bi heman mijarî:

    Qeyûm piştî rakirina tabelaya Celadet Elî Bedirxan pirtûkên kurdî jî derxistin
    Sîstema parastina asmanî ya Sûriyê êrîşa Îsraîlê vala derxist
    Urdunê banga xwerizgarkirina ji çekên nukleerî li Rojhilata Navîn kir
    Trump: Amerîka ji peymana nukleerî ya Îranê vedikişe, dorpêçên aborî ji nû ve tên sepandin
    Artêşa Îsraîlê ji bo êrîşên ji Sûriyê bên kete amadebaşiyê
    Pûtîn: Divê em ne wekî xiyarên nav fiçiyê bin!
    Etîketan:
    Peymana Nukleerî, Amerîka, Petrol, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de