16:58 26 Gulan 2018
Kerkûk

'BP û Iraqê peymanek ji bo petrola Kerkûkê îmze kir'

© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Aborî
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Petrola Iraqê Cebar Lueyibî ragihand ku Şirketa Petrola Bakur a hikûmetê roja duşemê peymanek li gel British Petroleum(BP) re îmze kir da ku hilberandina petrolê li bîrên Kerkûkê derxînin sê qatan.

Li gorî Reutersê, Lueyibî piştî îmzekirina peymanê li bajarê Besrayê, civîneke rojnamevaniyê li dar xist û ragihand ku li gel BPê peymanek îmze kiriye.

Li gorî peymanê, BP dê hilberandina giştî ya şeş bîrên petrolê yên li herêma Kerkûkê zêde bike ku rojê dê bêtirî milyonek bermîl ji wan derxîne û ev jî, sê qatan li hilberandina niha ye.

"PIŞTÎ KERKÛK KET BI ÇEND ROJAN, BP Û IRAQÊ DEST BI GOTÛBÊJÊN PETROLÊ KIR"

Hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî Cotmeha par herêma Kerkûkê ji Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê stendibû ku wezîrî di heman mehê de û tenê piştî çend rojan dest bi gotûbêjên li gel BPyê kiribû.

Şandina petrolê di rêya boriyên diçûn Tirkiyeyê re piştî wan bûyeran rawestiyabû.

"KURDAN NEHIŞT KERKÛK TÊKEVE DESTÊ DAIŞÊ"

BPyê sala 2013an qebûl kiribû ku alîkariya Bexdayê bike da ku kêmbûna zêde ya hilberandina petrola Kerkûkê rawestîne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2014an piştî têkçûna Artêşa Iraqê li ber DAIŞê Kerkûk kontrol kiribû û wan nehiştibû ku ew bîr bikevin destên DAIŞê.

Kerkûk ku yek ji kevintirîn û mezintirîn kêlîgehên petrolê yên Rojhilata Navîn e û li gorî amarên BPyê, tê texmînkirin ku mêjera petrola wê derê digihêje 9 milyar bermîlî.

Herwiha BPyê piştgiriya teknîkî da Şirketa Petrola Bakur a Iraqê da ku kêlîgeha Kerkûkê bi pêş de bixe.

Bi heman mijarî:

Hêzên Pêşmerge kengî vedigerin Kerkûkê?
PDK: Bêyî ala Kurdistanê em venagerin Kerkûkê
Partiya Tirkmenan: Nabe ku pêşmerge vegere Kerkûkê
DAIŞê êrîşeke mezin bir ser hêzên Iraqê yên li Kerkûkê
Waliyê Kerkûkê yê berê: Bila kurd li herêmên dagirkirî hilbijartinê boykot bikin
Mela Bextiyar: Divê Pêşmerge vegere Kerkûkê û navçeyên din
'Heşda Şebî, petrola Kerkûkê dişîne Îranê'
Etîketan:
Heşda Şeibî, Pêşmerge, Cebar el Lueyibî, Brîtanya, Kerkûk, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de