18:12 21 Gulan 2018
    Bajarê Hewlêrê, Erbîl

    ‘Şandeke Tirkiyê ya 50-60 kesî serdana Herêma Kurdistanê dike’

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 21

    Hat ragihandin ku hefteya pêşiya me şandeke bazirganî ya Tirkiyeyê serdana Herêma Kurdistanê dike û ew şande beşdarî konferansekê dibe.

    Li gor nûçeya Rûdawê Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat got ku hefteya pêşiya me şandeke bazirganî ya Tirkiyeyê serdana Herêma Kurdistanê dike.

    Dara Celîl Xeyat da xuyakirin: "Roja Yekşema bê şandeke Tirkiyê dê bi mebesta encamdana konfranseke derbarê pêşxistina pêwendiyên aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, serdana Kurdistanê bike."

    Xeyat got, ew şanda Tirkiyê ku biryare serdana Herêma Kurdistanê bike, "dê ji 50 heta 60 kesan pêk bê."

    Herwiha Xeyat diyar kir ku piştî vebûna balafirxaneyan asta bazirganî û geştyariyê li herêmê zêde bûye.

    Bi heman mijarî:

    Ji MSDê bangewaziya Efrînê: Rapora binpêkirinan ji NYyê re tê şandin
    Amerîkayê biryargeha xwe ya navendî ya li Bexdayê hilweşand
    Netanyahu: Derbarê bernameya nepen a çekên nukleerî ya Îranê de delîlên me yên nû hene
    Yekem santrala nukleer a ajnêber a Rûsyayê: 'Akademik Lomonosov' derkete geşta ewil
    Demirtaş bi wêneyê bavê xwe û karkeran peyama 1ê Gulanê da
    Li Tirkiyê bi hêzeke 58 hezaran operasyon tê kirin
    Hevseroka HDPê Buldan bû sergovend
    Gelo hilbijartin dê çawa bin û kî dê bi ser keve?
    Etîketan:
    Hewlêr, Bazirganî, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de