20:55 20 Gulan 2018
    Gazprom

    Gazproma rûsî li Kurdistanê hilberîna xwe zêde kir

    © AFP 2018 / ERIC PIERMONT
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku kompaniya petrol û enerjiyê ya rûsî Gazpromê bîra duyemîn a Serqelaya herêma Germiyanê aniye asta hilberandinê.

    Gazprom Neftê ragihand ku ew karên xwe yên enerjiyê li devera Germiyan a Herêma Kurdistanê berdewam dikin û li kêlgeha Serqelayê piştî ku bîra duyemîn gihîştiye qonaxa veberhênanê rojane 21 hezar bermîl neftê derdixin.

    Di daxuyaniya Gazpromê de hate diyarkirin ku ew dikarin asta hilberînê bigihînin rojane 15 hezar bermîlan ku bi bîra duyemîn rojane 11 bermîl neftê derdixin.

    Rêvebirê Giştî yê Gazprom Neftê li Rojhilata Navîn Sergey Petrov got, bîra duyemîn a Serqelayê gelek kûr diçe û ew dikarin bi saya wê yekê xwe bigihînin zanyariyên jeolojîk jî û bîra navborî ji bo şirketa wan girîngiyeke xwe heye.

    Rêveberê Gazpromê diyar kir, ew hêvî dikin ku di vê heyamê de rêjeya hilberandina petrola Seqelayê zêde bikin.

    Gazprom ji sala 2010an ve li Iraqê kar dike û sala 2015an yekem car li Herêma Kurdistanê dest bi hilberandina neftê kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Yekem bernameya hilbijartinê ya Erdogan hat eşkerekirin
    Mesrûr Barzanî: Dijberên referandûmê dê li Bexdayê mafê gelê kurd neparêzin
    Nûnerê Hikûmeta Herêmê li Parîsê: Cihê xweşhaliyê ye ku gelê Fransayê bi gelê kurd re ye
    Ebadî: Heke gendelî nebûya herêma kurdistanê rastî vê kirîza aboriyê nedihat
    Tîma milî ya Swêdê: Îbrahîmovîç di kadroya Kûpaya Cîhanê de tune ye
    Çar taybetmendiyên nû yên Googleê
    Etîketan:
    Hilberîn, Gazprom Neft, Rûsya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de