11:51 23 Gulan 2018
    Deutsche Bank

    Deutsche Bankê bi şaşî 35 milyar dolar şandin hisabekî din

    © REUTERS / Wolfgang Rattay
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Deutsche Banka almanî meha borî bi şaşî 35 milyar dolar bi şaşî şandin hisabekî din.

    Li gor nûçeya BloombergHTyê, bûyera şandina hisabê şaş berî Cejna Paskalyayê di dema şandina temînatên rojane de pêk hat. Şandina hisabê şaş ji aliyê CEOyê bankê John Cryan ve hat ferqkirin û şaşî bilêz hat serastkirin.

    Charlie Oliveier di daxuyaniya xwe ya ser navê Deutsche Bankayê de got: "Ev şaşiyeke operasyonî bû û di nava hisabê Deutsche Bankê yê eslî û hisabê Deutsche Bank Eurexê de pêk hat. Şaşî di nava saniyeyan de hat ferqkirin û hat serastkirin. Rêvebiriyê sedemên şaşiyê bi baldarî ji çav derbas kirin û ji bo ev şaşî dubare nebe bergirî hatin wergirtin."

    Bi heman mijarî:

    Gelek banka ji ber Brexitê ji Brîtanyayê direvin
    Ji Banka Navendî ya Rûsyayê daxuyaniya Tirkiyeyê
    'Hesabên banka yên veşartî yên Pûtîn tune ne'
    Banka Cîhanê: Divê Kurdistan bo xizaniyê çareseriyekê bibîne
    Serokê Banka Navendî ya Herêma Kurdistanê hat girtin
    Şanhay dibe navenda hevkariya banka BRÎKS ê
    Etîketan:
    Deutsche Bankê bi şaşî 35 milyar dolar şandin, Charlie Oliveier, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de