15:52 21 Gulan 2018
    Dolar

    ‘Dê Tirkiye ji 5 milyar dolarên bide Iraqê, 40 milyar dolaran qezenc bike’

    © REUTERS / Valentyn Ogirenko
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 01

    Profesorê Zanîngeha Amerîkan a Bexdayê Raîd el Azawî ji Spûtnîkê re ragihand ku bazirganiya Tirkiyê ya bi Iraqê re 12 milyar dolar e û daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ku gotibû, ew dê 5 milyar dolaran bidin ji bo avadankirina Iraqê nirxand.

    Azawî bal kişand ser ku bazirganiya navbera Tirkiye û Iraqê 12 milyar dolar e û got, "Iraq bi hemû welatên erebî re, bi qasî 2.5 milyar dolaran bazirganiyê dike. Tirkiye pardarê herî mezin ê şirketên iraqî ye. Di kertên petrol û enerjiyê de, di 400 kompaniyan de parên wê hene."

    Profesorê iraqê herwiha destnîşan kir, ji ber van sedeman jî dê Enqere ji 5 milyar dolarên ku bide Iraqê herî kêm 40 milyar dolaran qezenc bike.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Ne niha ne jî piştre ji dadgeha we daxwaza berdana xwe nakim
    Cara ewil dîmenê atomê hat girtin
    Pirtûka Bilgen bi hinceta ‘madeya qedexekirî' nexistin girtîgehê
    YE li Brukselê kongreya duyem a Sûriyê li dar dixe
    Yildirim di civîna ligel Merkel de bertek ji wêneyên Efrînê re nîşan da
    13 leşkerên li Efrînê birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên Kilisê
    Etîketan:
    Bazirganî, Iraq, Tirkiye, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de