06:17 21 Gulan 2018
    Şerîketa Amazon

    Di cîhanê de markeya herî biqîmet hat hilbijartin

    © REUTERS / Jeffrey Dastin
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di cîhanê de di hêla aboriyê de marqeya herî biqîmet bi bihayê xwe yê 151 mîlyar dolarê Amazon hat hilbijartin.

    Saziya navneteweyî ya nirxandina marqeyan Brand Finance, xebata xwe ya "Diyarkirina 500 marqeyên herî biqîmet" qedand. Saziya Brand Finance vê xebatê ji bo her salî dike. Di lîsteya sala par de di rêza yekem de Google cih girt. Di rêza dudiyan de jî Apple cih girtibû. Şerîketa Amazon sala par bi qiymeta xwe ya 106 milyar dolarê di rêza sêyem dabû. Amazon îsal qiymeta xwe derxist 151 milyar dolarê û bû yekem.

    Gor vê lêkolîna  Brand Financê welatê ku xwediyê şerîketên herî biqîmetin jî diyar bûn. Gor agahiyan Amerîka yekem, Çîn duyem Japonya jî di rêza sêyem de cih girt.

    Bi heman mijarî:

    Apple û Samsungê ji bo IPhone 8ê li hev kir
    CEOyê Apple derbarê 23ê Nîsanê twittek weşand
    Etîketan:
    google, Apple, amazon, Amerika
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de