07:14 21 Nîsan 2018
    Deriyê sînor ê Kurdistanê

    Herêma Kurdistanê bi rêya deriyê Tirkiyê salê 1,5 milyar dolaran dide xwarinê

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor amarên Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, di nav 4 salên borî de tenê ji bo kelûpelên xwarinê 8 milyar û 679 milyon û 728 hezar dolar pere hatiye xerckirin.

    Herêma Kurdistanê ji sedî 50yê bazirganiya derveyî welat li ser kelûpelên xwarinê dike ku ew jî ji sedî 78ê wê bi ser deriyê sînorî yê Herêma Kurdistan-Tirkiyê Îbrahîm Xelîl-Xebûrê de tê kirin.

    Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre daxuyaniyên Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê Newzad Edhem, herî zêde di sala 2014an de kelûpel hatine hawirdekirin, ku buhayê wan digihîje 2 trilyon û 367 milyar û 700 milyon dînaran (milyarek û 894 milyon û 160 hezar dolar), lê salên piştî 2014an, ji ber bandora qeyrana darayî hawirdekirina xurekan kêm bûye û sala par gihîştiye trilyonek û 805 milyar û 900 milyon dînaran (milyarek û 444 milyon û 720 hezar dolar).

    Edhem daye xuyakirin: "Ji ber qeyrana darayî, şiyana darayî ya xelkê lawaz bûye, lewma niha xelk piranî xurek dikirre, ev jî bûye sedema wê yekê ku herî zêde xwarin û vexwarin werin hawirdekirin, piştî wê jî kelûpelên elektrîkê, elektronîk, bînasazî û pêwîstiyên nav malan tên."

     

    Bi heman mijarî:

    Di artêşa Rûsyayê de heyama bombeyên xweajo destpê dike
    Pentagonê alîkariya leşkerî ya 900 milyon dolaran bo Pakistanê rawestand
    Mikurhatinên 9 'terorîstên kurd' hatin weşandin
    Hewlêrê bersiv da Bexdayê: Bazirganiya petrolê ne karê parlamentoyan e
    Trump biryara qewirandina 200 hezar kesan da
    Li parlamanê 24 hezar caran hewil dan têkevine malperên pornografîk
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de