15:30 21 Çile 2018
Zindî
    Kerkûk - Petrol - Neft

    SOMO: Iraq û Îranê li ser şandina petrola Kerkûkê li hev kir

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Aborî
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Kompaniya firotina petrolê ya Iraqê SOMOyê rêkeftinek ligel Wezareta Petrolê ya Îranê îmze kir. Li gor rêkeftinê, dê petrola xav a Kerkûkê bi ser Îranê de, bo bazarên cîhanê bê şandin.

    Berpirsê Giştî yê SOMOyê Ela Yasrî 11ê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand, kompaniya SOMO bi Wezareta Petrolê ya Îranê re li ser şandina petrola xav a Kerkûkê bo bazarên cîhanê rêkeftinek îmze kiriye.

    'ÎRAN DERIYEKÎ NÛ YÊ SÎNORÎ VEDIKE'

    Di daxuyaniya ku gihîştiye peyamnêrê Spûtnîk Kurdistan ê Hewlêrê de, Ela Yasrî dide xuyakirin, rêkeftin bi nûnerê Wezareta Petrolê ya Îranê Hîdayet Zade û kompaniya SOMOyê re hatiye îmzekirin û li gor rêkeftinê Îran wê deriyekî din ê sînorî digel Iraqê veke ji bo ku petrola Kerkûkê bi rêya wî derîyî bihê şandin bo bazarên cîhanê.

    'DÊ HETA 60 HEZAR BERMÎL PETROL BO KIRMANŞANÊ BÊ ŞANDIN'

    Hat diyarkirin ku dê ev rêkeftin bibe sedema bêtir xurtkirina peywendiyên aborî di navbera her du welatan de û hat gotin, ‘Li pey rêkeftina her du aliyan di rojekê de, dê ji 30 heta 60 hezar bermîlên petrola Kerkûkê bo parêzgeha Kirmaşana Îranê bê şandin.'

    Li gor hin zanyariyên pisporên warê petrolê li Kerkûkê 13 milyar bermîlên petrola yedek heye ku rêjeya 12%ê petrola Iraqê pêk tîne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dê ji bo hevkariya leşkerî ya teknîkî kredî bo Tirkiyê bê dayîn
    Balafira nêçîrê ya rûsî bergiriya jeta amerîkî kir
    'Trump cesaret nekir li Erdogan bigere'
    Pûtîn: Em plan dikin ku hêzên muxalif yên Sûriyeyê beşdarî Kongreya Niştimanî bibin
    Rûsya trenda bazara çekan diyar dike
    Bi mazuvaniya Sererkanê Tirkiyeyê fermandarên amerîkî û iraqî li Enqerayê dicivin
    Etîketan:
    Kurdistan, Îran, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de