19:03 25 Nîsan 2018
    Xeta Boruya Petrolê ya Ceyhanê

    Rêjeya şandina petrola Kurdistanê piştî êrîşa Kerkûkê çawa bûye?

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Herkîna petrolê ji Herêma Kurdistanê di meha dawî de û piştî qeyrana referandûmê û kontrolkirina ji aliyê Iraqê ve gihişt asta xwe ya herî bilind lê dîsa jî hîn negihiştiye nîvê asta asayî ya berî qeyrana navborî.

    Li gorî malpera Al Arabiyayê, çavkaniyekê ragihand ku herikîna petrolê rojane ji duh çarşemê û îro pêncşemê gihiştiye 270 hezar bermîlan ku rêjeya wê di meha dawî de 200 heta 230 bermîlî bû.

    Hêjayî gotinê ye ku berî qeyranê rojane 600 bermîl petrol dihatin hilberandin.

    Herwiha çavkaniyê destnîşan kir ku "zêdebûna şandinê ji ber faktorên teknîkî ye û hîn jî tevahiya şandinê ne di asta asayî de ye."

    Etîketan:
    iraq, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de