06:38 13 Kanûn 2017
Zindî
    Rosneft - Petrol

    Hikûmeta Kurdistanê: Rêkeftina Rosneftê ya bi 3 milyar dolaran berdewam e

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin/File Photo
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê hikumeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, rêkeftina hikûmeta herêma Kurdistanê ya ligel kompaniya Rûsî Rosneftê ku biryara bi 3 milyar dolaran berhemanîna enerjiyê hatiye dayîn, berdewam e.

    Dizeyî da xuyakirin, ji ber ku nîvê wan kêlgehên petrolê berî niha di kontrola herêma Kurdistanê de bûn û niha ketine kontrola Iraqê dahat jî kêm dibe ku budçeya hikûmeta Iraqê tenê ji bo parêzgehan hatiye diyarkirin.

    'ROSNEFT DÊ BI 3 MILYAR DOLARAN BERHEMANÎNA ENERJIYÊ BIKE'

    Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji BasNewsê re ragihandiye ku kompaniya Rosneftê bi hikûmeta Kurdistanê re rêkeftinek kiriye û biryar daye di salên bê de bi qasî 3 milyar dolaran berhemanîna enerjiyê bike.

    'JI 50%Ê DEVERÊN RÊKEFTIN HATIYE KIRIN, KETINE KONTROLA IRAQÊ'

    Dizeyî got, di qonaxa yekem de milyarek dolar bo pişkinîn, dîtin, derxistin û şandina neftê ye ku niha %50 ji wan cihên girêbest li ser hatiye kirin ne di kontrola herêma Kurdistanê de ne, lewma jî dê dahat kêm be.

    DIZEYÎ: BUDÇEYA IRAQÊ TENÊ TÊRA PARÊZGEHEKÊ NAKE

    Dizeyî da zanîn, Iraqê tenê ji bo mehekê 340 milyar dinar daye herêma Kurdistanê û ew pere têra parêzgeheke herêma Kurdistanê nake û got, ji bo hemû mûçeyên mûçexwaran pêwîstî bi 850 milyar dinaran heye.

    Berdevkê hikûmetê diyar kir, eger hesab bikin di rewşa asayî de 700 milyon dolar mûçe derdikeve bê başkeft, lê niha tenê 520 milyon e.

     

    Bi heman mijarî:

    Doza Parlamenterê HDPê hat taloq kirin
    Dîmenên kavilbûna Dêra Zorê hatin belavkirin
    Iraq û Tirkiye ji bo petrola Kerkûkê civîyan
    Şaredariya Moskowê ji bo Kupaya Cîhanê 67 milyon dolar terxan kir
    Nûjenkirina Kolana Mehmed Uzun bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
    Gerestêrkeke bi qasî dinyayê hate keşfkirin
    Fûad Mehsûm ji hikûmeta Iraqê xwest qedexeya firînê rake
    Li Estonyayê Giraveke Femînîst: Kihnu
    Etîketan:
    Rosneft, Sefîn Dizeyî, Iraq, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de