23:48 20 Mijdar 2017
Zindî
    Rusya petrol - Rosneft

    Bexdayê bang li Rosneftê kir ku peymana bi Hewlêrê re hilweşîne

    © Sputnik/ Maxim Blinov
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Komîteya Petrol û Enerjiyê ya Parlamentoya Iraqê girêbesta navbera kompaniya Rosneft a enerjî û petrolê ya bi Herêma Kurdistanê re girê daye, wekî nerewa şermezar kir û bang li Rosneftê kir peymana bi Kurdistanê re hilweşîne.

    Serokê Komîteyê Elî Muarica di daxuyaniya xwe de got, "Komîteya Petrol û Enerjiyê peymana navbera Rosneft û Hewlêrê red dike û şermezar dike û herwiha ji aliyê hiqûqî û qanûnî ve jî qebûl nake."

    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, peymana piştî dorpêçên Bexdayê hatiye girêdan û hat xuyakirin, "Wezareta Petrolê ya Federalî, yekane merca fermî û meşrû ya konseya nûneran û qanûnan e."

    Muaricî herwiha bang li Rosneftê kir peymana bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hilweşîne û bi hikûmeta federalî ya Iraqê û Wezareta Petrolê re kar bike.

    Bi heman mijarî:

    Wê li dibistanên Iraqê Rûsî bê fêrkirin
    ‘Siûdî fişara karvekêşanê li Serokê Filîstînê kir’
    Bi çekan êrîşî dibistanê kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Herêma Kurdistanê Erdhejeke din çêbû
    Sê keştiyên balafiran yên Amerîkayê gihan avên nîvgiravê Koreyê
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de