15:08 25 Hezîran 2018
Banke - Dirav - Pere - Dolar

‘Iraqê biryara girtina hin bankeyên li Herêma Kurdistanê hilweşand’

© Sputnik / Vladimir Trefilov
Aborî
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî biryara hikûmeta navendî ya Iraqê ya girtina şaxên bankeyên li bajarên Herêma Kurdistanê hat ragihandin ku biryara girtina beşek ji wan bankeyan hatiye hilweşandin.

Çavkaniyeke ji banka navendî ya Iraqê ragihand ku piştî civîna rêveberên şaxên bankayên li Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê biryara girtina hin bankeyan hatiye rawestandin.

Li gor medya Herêma Kurdistanê rêveberê banka navendî ya Iraqê ku navê xwe nedaye daye zanîn ku rêkeftin ji bo vegera karê wan bankeyên li Herêma Kurdistanê hatiye kirin, lê hîn biryara fermî nehatiye ragihandin.

Hêjayî gotinê de, di çarçoveya dorpêçên ku piştî encamdana referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê bi ser Herêma Kurdistanê hatine sepandin de, herî dawî Hikûmeta Iraqê biryar standibû ku bankeyên li Herêma Kurdistanê kar dikin xebatên xwe rawestînin.

Bi heman mijarî:

Parlamentarê Rûsî: Dibe ku Dengê Amerîka û CNNê wek ajanên biyanî bên ragihandin
Pisporên Rûsî li Dêrezorê qadeke 35 hektaran ji teqemeniyan paqij kir
Hikûmeta Kurdistanê: Bexda bi biryarên xwe statuya federalî hildiweşîne
Konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê: Diayên me û dilê me bi we re ye
Ji Mesud Barzanî peyama karesata erdhejê
YPG malbatên Çeçenî yên tevlî DAIŞê bûne dişîne Rûsyayê
Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê (AYM) ji bo parlamentarên girtî dicive
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de