03:40 14 Kanûn 2017
Zindî
    Xeta Boruya Petrolê ya Ceyhanê

    Herka petrola Kurdistanê ya Tirkiyê rawestiya

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku îro 30yê Cothmehê herka petrolê ya ku ji Herêma Kurdistanê bi ser Tirkiyê re diçe bendera Ceyhanê ji demjimêr 4ê êvarî ve rawestiya.

    Li gor nûçeya Bloombergê ji ber sedemên geşedanên siyasî yên vê dawiyê di hinardekirina petrola ji Herêma Kurdistanê bi ser Tirkiyê re tê kirin de pirsgirêk hene.

    Di nûçeyê de tê gotin, îro duşemê ji saet 16:00an ve herka petrola Herêma Kurdistanê ya bi ser Ceyhanê re rawestiya.

    Derbarê ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê bi ser bendera Ceyhanê de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

    930 HEZAR BERMÎL LI BENDA VEGUHAZTINA BAZARÊN CÎHANÊ YE

    Hêjayî gotinê ye, rojane 264 hezar bermîl bi ser Tirkiyê re dihat hinardekirin ku di 24 saetên dawiyê de dîsa gihîştibû 210 hezar bermîlan. Hîn 930 hezar bermîl petrola ku gihîştiye Ceyhanê li benda barkirin û veguhaztina bazarên cîhanê ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî: Tevî ku me diyalog û muzakere dixwest Bexdayê rêya şer hilbijart
    Nûnerê PDKê: Her du alî jî niha li gor agirbestê tevdigerin
    "Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
    Lavrentyev: Dibe Kongreya Gelan a Sûriyeyê li Rûsyayê bê lidarxistin
    Ji ber parvekirina fîlmê Bakur li aktirîsta navdar doz hate vekirin
    Lavrov û Çavuşoglu rewşa Sûriyeyê nirxandin
    Barzanî: Bexda şer bixwaze em dê bi her awayî xwe biparêzin
    Etîketan:
    Kurdistan, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de