14:43 22 Îlon 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de pireke nû ava dibe

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    Li demeke ku nîqaş û bertekên li ser ‘referandûma serxwebûnê’ ya Herêma Kurdistanê berdewam dikin de, di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, ji bo xurtikirina danûstandinên aborî pireke nû ya gumrikê tê avakirin.

    Li gor nûçeya Rûdawê ku dispêre nûnerê kompaniya ku pirê ava dike Emîn Usman, avakirina projeya pirê ber bi dawiyê ve diçe û 12 milyon dolar ji bo temamkirina pirê ji aliyê Tirkiye û Herêma Kurdistanê ve bo kompaniyên pirê ava dikin, hatiye dayîn.

    JI SEDÎ 90Ê PIRÊ TEMAM BÛYE

    Dirêjiya 3emîn pira di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tê avakirin, 285 metre û firehiya wê jî 32 metre ye ku heta niha ji sedî 90ê projeyê temam bûye.

    Li gor nûçeyê gumruka Kurdistan û Tirkiyê dîzayna vê pirê danîne û ev dîzayn qebûl kirine.

    PROJE JI ALIYÊ HEMÛ ALIYAN VE HATIYE QEBÛLKIRIN

    Tê ragihandin ku niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rizamendiya Hikûmeta Iraqê, yekane alî ye ku çavdêriya cîbicîkirina vê projeyê bike.

    Hêjayî bîrxistinê ye pêwendiyên bazirganî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê ev 26 sal in hene û her diçe di warên cuda de berfirehtir dibin.

     

    Bi heman mijarî:

    Bi navgîneke hewayî xelat bi bûkê ve kirin
    Li navçeya Geverê teqîn
    Dadwerê ku tayîna wî derketibû Amedê bi mirîtî hat dîtin
    Balafirên koalîsyonê li sivîlan xist: 78 mirî
    Danasîna berhemên nû yên şîrketa Kalaşnîkov ya Forûma "Artêş-2017"
    Muslim: Em rêzê li referandûma Kurdistanê digirin
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de