05:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesud Barzanî - Recep Tayyip Erdogan

    ‘Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade’

    © REUTERS/ Kayhan Özer/Presidential Palace/
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 18412

    Berpirsê Çapemeniyê yê Yekîtiya Îxracat û Îtxalata Herêma Kurdistanê Bextiyar mele Ahmed ragihand ku Kurdistan bibe dewlet jî Tirkiye ji ber berjwendiyên bazirganî derîyên sînor nagire.

    Li gor daxuyaniya Bextiyar Mele Ahmed ku di Rûdawê de cî girtiye, di encama civînan de derketiye holê ku kompaniyên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin dibêjin, nûçeyên îhtimala piştî referandûma 25ê Îlonê û ragihandina dewleta Kurdistanê deriyên sînor werin girtin nerast e.

    Ahmed diyar kir, heke Tirkiye deriyên xwe li Herêma Kurdistanê bigire dê aboriya wê bikeve xeterê û got, "Herêma Kurdistanê bibe dewlet jî Tirkiye wê bernade."

    Rayedarên Tirkiyê li ser referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an bi awayekî nehînî nirxandibûn û gotibûn, ‘ne dema wê ye'.

    Hêjayî gotinê ye, di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de rêjeya bazirganiyê digihe 10 milyar dolaran û 2 hezar û 300 şirketên ji Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: KENY rê dide wê yekê ku terorîst guh nedin ti kesî
    Mueyîdeyên Amerîkayê rûsan zêde aciz nake
    Hevdîtinên cudabûna Iraq û Kurdistanê bi fermî destpê dikin
    Ji Hevpeymaniya Navdewletî li ser kuştina sivîlan mikurhatineke dilsot
    Etîketan:
    Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de