21:48 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Firingî - Bacanê Sor

    Li Hindistanê ‘Bankeya Firingîyan’ vebû

    © AFP 2017/ FRED TANNEAU
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li Hindistanê ji bo protestokirina zêdebûna bihayê firingîyan li bajarê Lucknow ê eyaleta Uttar Pradeshê Bankeya Firingiyan hat avakirin.

    Li gor nûçeya Times of India'yê partiya Kongreya Niştîmanî ya Hindistanê ji ber ku di demeke kurt de bi qasî 5 qatan bihayê firingiyan zêde bû, biryar da ku bankeya firingiyan were avakirin.

    Bankeya Firingiyan hem hemû erkên bankeyekê ji bo mişteriyên xwe pêk tîne, hem jî derfetê dide wan ku firingiyan razînin bankeyê û ji faîzên kêm sûde bistînin.

    Bankeya navborî hesabê taybet ji bo firingiyan ji mişteriyên xwe re vedike û xizmeta dolaba kilîtkirî ya firingiyan jî dide mişteriyan.

    Hefteyên borî ji ber bilindbûna bihayê firingiyan li bazara Indoreyê xelkê dest bi şêlandina firingiyan kiribû û ji hêzên ewlekariyê neçar mabûn, bergiriyê bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê mamosteyê Qûranê ji tacîza 5 şagirtên keç hat girtin
    ‘Artêşa Sûriyeyê çend gund û herêmên başûrê Reqayê kontrol kirin
    Reuters: Gazpromê piştî mueyîdeyan lez da avadankirina Herka Tirk
    Koma dijberiya Sûriyeyê dê çekên Amerîkayê lê vegerîne
    Barzanî: Ti gel heta daxwaz neke nagihe armanca xwe
    Gultekîn: ‘Tenê Perînçek dikare ji heqê Erdogan derkeve’
    Etîketan:
    Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de