21:51 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Gazprom

    Reuters: Gazpromê piştî mueyîdeyan lez da avadankirina Herka Tirk

    © AFP 2017/ SERGEY BOBOK
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Li gor nûçeya Reutersê Gazpromê piştî Pêşniyar Qanûna dorpêçên aboriyê yên ser Rûsyayê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat îmzekirin, lez da avadankirina projeya Herka Tirk a xeta boruya gazê.

    Reutersê ragihand ku Trump bê dilê xwe qanûna dorpêçan îmze kiriye û dê rayedarên Koşka Spî li dijî bingeha enerjiya Rûsî nekevin tevgerê.

    Herwiha hat diyarkirin ku dê ev helwesta Trump bihêle ku 2 projeyên girîng ên Gazpromê berdewam bikin, lê dê avadankirina wan projeyan gelekî biha be û dirêj bajo.

    Li gor nûçeyê Rêveberiya Moskowê ji ber metirsiyên mueyîdeyên Amerîkayê û ji bo zêdekirina bazara xwe ya li Ewropayê, avadankirina projeyên xetên borûyên gaza siruştî yên Herka Bakur-2 û Herka Tirk da lezandin.

    Hêjayî bîrxistinê ye, hîn nediyar e xeta borûya gazê ya Herka Tirk di kîjan herêma Tirkiyê de digihe encamê.

     

    Bi heman mijarî:

    Koma dijberiya Sûriyeyê dê çekên Amerîkayê lê vegerîne
    Barzanî: Ti gel heta daxwaz neke nagihe armanca xwe
    Kremlînê bersiva da mueyîdeyê nû yên Amerîkayê
    'Rêxistinê li Siûdî baregeheke leşkerî bi dest xist'
    Kurê Qazî Mihemed bangî hemû partiyên kurdî kir
    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê diçe Tirkiyeyê
    Trump: Têkiliyê Amerîka-Rûsyayê di asta herî kêm a herdemê de ye
    Gultekîn: ‘Tenê Perînçek dikare ji heqê Erdogan derkeve’
    Etîketan:
    Gazprom, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de