09:50 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Bitcoin

    Pereyê dijîtal Bitcoin bû du parçe

    © REUTERS/ Benoit Tessier
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Pereyê bi şifreya dijîtalî Bitcoin ji ber nêrînên cuda bû du parçe û du nav lê hatin kirin. Bitcoin êdî wê bi navên Bitcoin Cash (BCC) û Bitcoin Klasîk (BTC) hebûna xwe bidomîne

    Her çiqas heta niha ragihandineke fermî li ser parçebûnê nehatibe kirin jî ‘Kanevanên Bitcoinê' li ser medya civakî parçebûna wî pereyê dijîtal ragihandin.

    Li gor nûçeya malpera Techinsideyê Bitcoin a ku ketiye 10 saliya xwe êdî bi zehmetî dihat daxistin û ji ber vê yekê jî nirxa wê ya blokê derket 150 GByan.

    Ji bo ku giraniya li ser blokê were rakirin bernameya daxistina Bitcoinê û karkirinê hat nûkirin.

    Pispor jî balê dikişînin ser ku heger Bitcoin parçe nebe, li demên pêş ji ber giranbûna bernameya wê, dê di kirîn-firotin û transfera pereyan de zehmetî çêbibe û li ser înternetê bi derengî were pesendkirin.

    Ji ber van hincetan jî Bitcoin bi vê sererastkirina nû ku hatibû ragihandin dê 1ê Tebaxê pêk were, bi teknolojîya Segwit2x ji blokên 1 Mebaytan gihîşt hêza blokên 2 Megabaytan.

    Piştî ku hemû xwediyên Bitcoinan pereyên xwe yên dijîtal bixin cuzdanan, dê navê Bitcoinê bi Bitcoin Cash were guhertin.

    Hat ragihandin ji ber vê guhertinê nirxê Bitcoinê di nav rojekê di ji sedî 6 ket. Li ser bikaranîna Bitcoin a nû tê çaverêkirin ku li demên pêş daxuyaniyek were dayîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hedad: Peyamnêrê RTyê el-Xatib ê li Hûmsê can daye qareman e
    Fûad Masûm: Referandûm nayê maneya serxwebûnê
    Rûsya: Mueyîdeyên Amerîkayê ji binî ve ne meşrû ne
    Li Hindistanê bebek ducanî hat dinyayê
    Hejmara dengdêrên referandûmê eşkere bû: 6 milyon
    Vegera Şarapova li WTAyê bêhempa bû
    Balyozê Îsraîlî bo Spûtnîkê: Me Golan bida niha Hizbûllah û leşkerên Îranê li wir bûn
    Rûsya, Îran û Koreya Bakur li dijî mueyîdeyên Amerîkayê dê koalîsyon ava bikin?
    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de