02:02 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Jeff Bezos

    Kesê herî dewlemendê dinyayê dest guherand: Bezos bû yekemîn

    © Flickr/ Dan Farber
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Li gor lîsteya ‘hemdemî ya milyardarên dinyayê’ ya Kovara Forbesê, damezirînerê e-bazirganî Amazonê Jeff Bezos, wek dewlemendê cîhanê ket rêza yekemîn.

    Serwetê Bezosê 53 salî bi vebûna borsaya New Yorkê re gihîşt 90.2 milyar dolaran.

    Herwiha di heman rojê de parên Amazonê ku di borseya New Yorkê de xebitîn jî ji sedî 1.6 zêde bûn û maldariya Bezos a safî 900 milyon dolarên din zêde bû.

    Damezirînerê Microsoftê Bill Gatesê 61 salî piştî demeke dirêj bi maldariya xwe ya safî ya 90 milyar dolaran ket rêza duyemîn.

    Karsazê Îspanî û xwediyê Zarayê Amacio Ortega bi 83.1 milyar dolaran di lîsteyê de bû sêyemîn, veberhênarê Amerîkî Warren Buffett bi 74.4 milyar dolaran bû çaremîn û xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg jî bi maldariya safî ya 72.3 milyar dolaran bû pêncemîn dewlemendê cîhanê.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêş û Hizbullahê herêmên sînorî yên Lubnanê kontrol kirin
    Kadîrov: Ez amade me ku Mescîd-î Eqsayê biparêzim
    Niştecihên Fua û Kefrayayê bi xeyala gezik nan dijîn
    Artêşa Sûriyê li Hûmsê derb li terorîstan xist
    Li Stenbolê bobelat: Teyrok barî, lehî rabûn, birûsk ket...
    Etîketan:
    Jeff Bezos, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de