22:37 23 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn

    Pûtîn bi Erdogan re peyivî: Berjewendîyên me hev digirin

    © Sputnik/
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 4711

    Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi telefonê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan agahdar kir ku pevgirêdana parçeyên xeta borûya Herka Tirk dest pê kiriye.

    Li gor daxuyanîya Kremlînê Pûtîn serdana xebatên li bajarê Anapa yê qiraxa Behrareş ku pevgirêdana xeta borîyê ya Herka Tirk berdewam dike kir.

    Pûtîn li dema şopandina xebatan ji keştîya 'Pioneering Spirit' a ku karê avakirina xeta borîyê dike, telefonî Serokomarê Tirkîyê kir û mizgînîya destpêkirina pevgirêdana borîyan dayê.

    Pûtîn bal kişand ser ku piştî 7 mehan xebatên avadankirinê destpê kirine û ji Erdogan re got ku ew amade ne ji ser Tirkîyê ve gaza Rûsî hinardeyî welatên Başûr û Başûrê Rojhilatê Ewropayê bikin.

    'BERJEWENDÎYÊN ME Û TIRKÎYÊ DI VÊ MIJARÊ DE HEV DIGIRIN'

    Serokê Rûsyayê got, "Eger partnerên me bixwazin em amade ne hinardeya gazê bo Başûr-Başûrê Rojhilatê Ewropayê bikin. Bi qasî em dibînin bala partnerên me jî li ser heye. Soz didim ku em ê berjewendîyên we jî biparêzin. Lewra divê mijarê de berjewendîyên me û we hev digirin."

    ڤلادیمیر پووتین، سه‌رۆکێ رووسیایێ خه‌باتێن که‌شتییا 'پیۆنیرنگ سپرایت' یا کو کارێ ئاڤاکرنا خه‌تا بۆریێ دکه‌، شاپۆند.
    © Sputnik/ Sergey Guneev
    ڤلادیمیر پووتین، سه‌رۆکێ رووسیایێ خه‌باتێن که‌شتییا 'پیۆنیرنگ سپرایت' یا کو کارێ ئاڤاکرنا خه‌تا بۆریێ دکه‌، شاپۆند.

    Pûtîn herwiha xwest, li ser mijarên wekî ewlekarîya ekolojîk a xeta borîyê ku li ser erda Tirkiyê derbas dibe jî pêwîstîya girebestê heye.

     

    Bi heman mijarî:

    'Li bajarên kurdan hezar û 110 kes rastî tadeyî û şkenceyê hatin'
    'Ji ber ku Trump karsaz e em ê pêşnîyara bazirganî lê bikin'
    Kendal Nezan: Hewl didin ku rayagiştî ya Fransyê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
    Amerîka: Ji bo kontrolkirina Reqayê YPG hêza herî bibandor e
    Ozerov: Îhtîmala kuştina Bexdadî nêzî sedî 100 e
    Ji bo xweza û dîroka bajarên kurdan banga xwedî derketinê
    Welatên ereban ji Qeterê daxwaza girtina baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê, kirin
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de