09:33 12 Kanûn 2017
Zindî
    Traktor

    ‘Fabrîqeya Traktora Kurdistanê’ tê avakirin

    © Sputnik/ Gleb Kotov
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 90

    Di Pêşangeha Navdewletî ya Çandiniyê ya li welatê Çekyayê de, Wezareta Çandinîyê ya Herêma Kurdistanê ji bo berhemanînana parçeyên traktoran girêbestek îmze kir.

    Li gor ragihandina Wezîrê Çandiniya Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd ku ji Rûdawê re axivî ye, li ser 3 bingehan girêbest bi kompanîya traktora Zetorê re hatiye îmzekirin ku dê bi navê ‘Kargeha Traktora Kurdistanê' fabrîqeyek were avakirin.

    Herwiha Wezîrê Çandiniya Çekyayê Hon. Marian Jurecka got: "Me biryar daye, traktorên Zetor bi gelek welatên din bidin nasîn. Ji ber vê jî me bi Wezareta Çandiniya Herêma Kurdistanê re girêbest îmze kir, da ku di dahatuyê de li wir kargehek were avakirin."

    Hat zanîn ku 700 karkerên kargeha traktorên Zetorê heye û 70 sal in ku hatiye damezrandin. Wê kompanîyê heta niha milyonek û 700 hezar traktor berhem anîne. Heşt modelên traktorên Zetorê hene. Her sal jî ji çar hezaran heta heft hezar traktoran çêdikin.

    Bi heman mijarî:

    'Whatsapp hilweşîya': Serokê BTKê daxuyanî da
    Polêsan mudexale li daxuyaniya KESKê kir: Bi dehan kes hatin desteserkirin
    YNK: Bersiva PDKê ya nexşerêyê gihîşt destê me
    ‘Dema Erdogan qala YPGê kir Trump keniya'
    'Şansê şirketen Rûsî ji yên amerikî bêtir e'
    YPJê dîmenên balkêş ên zarokên Tebqayê weşandin
    Etîketan:
    Traktor, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de