11:37 24 Îlon 2017
Zindî
    Hamdi Ulukaya

    Karsazê kurd bû bergê kovara Fast Companyê

    © Foto: Twitter
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 3863

    Kovara Fast Company karsazê kurd Hamdi Ulukaya kir berga xwe ya hejmara Nîsanê. Kovarê sernavê "Koçber, CEO û Milyarder" û wiha nivîsî "Damezirînerê Chobaniyê Hamdi Ulukaya çawa di şerê çandeyî yê DYAyê de bi ser dikeve."

    Ulukayayê ku xwediyê şirketa Chobaniyê û berî nêzîkî salekê beşek ji hiseyên şirketa xwe li karmendên xwe belav kiribûn bi markaya Chobani yek ji serkeftîtirîn şirketên sektora xwarinê ya li DYAyê ye.

    ​Gotara di kovarê derdibe ku Ulukaya reqabeta tund û nirxên mirovatiyê bi awayekî gihandine hev û Chobanî kiriye dêweke mastî ku nirxê wê şirketê gihiştiye çend milyar dolaran.

    "MODELEKE JI 'KAPÎTALÎZMA PÊŞVERÛ'"

    Herwiha Kovar teqez dike ku "kapîtalîzma pêşverû" a karsazê kurd, modelekê ji sedsala 21ê re datîne.

    Ji aliyê din ve, kovar ji çîroka şexsî ya Hamdi Ulukayayî dest pê dike û hemû hûrgiliyên çîroka wî vedibêje. Dûre jî bi xebatakarên wî re roportajan dike.

    Destpêka çîroka wî wiha dest pê dike: "Di wê dema destpêka salên 90î de, Ulukaya zanistên siyasî li Enqereyê dixwend. Kurdê ku li çiyayên rojhilatê Tirkiyeyê pez xwedî dikir, tevgera mafên kurdan bala wî kişand, beşdarî xwenîşandanan bû û rojnameya bi aliyên polîtîlk belav kir.

    "ALÎKARÎ DABÛ KOBANIYÊ JÎ"

    Karsazê kurd Hamdî bi mast û alîkariyên xwe yên mirovî tê naskirin. Salên 90î ji bo xebatên akademîk çû Amerîkayê û salên 2000î dest bi hilberandina mast kir. Di demeke kurt de bi markeya "Chobanî" bû xwediyê serweteke zêde û wekî patronê mast hate naskirin.

    Di dorpêça DAIŞê ya li ser Kobaniyê de Ulukaya di nav kurdan de zêde nedihat naskirin; lêbelê dema ku 2 milyon dolar bexişandibûn bo Kobaniyê.

    Bi heman mijarî:

    Belçikayê 15 sal cezayê girtîgehê li faîla karsazê tirk Fehriye Erdal birî
    Ji Erdogan bo karsazê navdar: "Bi min re bazarê neke"
    Karsazê rûs ji xwe re li alîkarekî nêçîrvanê pokemonan digere
    Karsazê navdar jiyana xwe ji dest da
    Karsazê F1ê Ecclestone: Bila Pûtîn Ewropayê bi rê ve bibe
    Etîketan:
    mast, alîkarî, Hamdi Ulukaya, Tirkiye, Kobanî, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de