13:49 24 Hezîran 2018
Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

Pûtîn di nav lîderên herî bi hêz de di rêza serek de cih girt

© AFP 2018 / NATALIA KOLESNIKOVA
Aborî
Lînkê kurt
0 0 0

Vlademîr Pûtîn di sala 2016-an de jî ji aliyê kovara Forbesê ve kesê herî bi hêz hate hilbijartin. Pûtîn ev çar sal in di lîsteya Forbesê de cihê xwe ya di rêza serek de diparêz e.

Kovara di dinê de herî navdare ya ekonomiye Forbes, lîsteya xwe ya salane ya bi sernava "di dinê de kesên herî bi hêz" ragihand. Wek tê zanîn Forbes her sal wek kevneşopiyekê lîsteya xwe radigihîne.

Forbes ragihand ku Wladîmîr Pûtîn di asta global de, di rewşa şer ya Sûriye de û di hilbijartinên Amerîkayê de jî xwedî karîgeriyek mezin e bûye

Kovara Forbesê ji bo Pûtîn got: ‘Lîderê ku çi bixwaz e dikare bidest bixe."

Forbesê di beşa duyem de jî Serokê nû yê Amerîkayê Donalt Trump hilbijart. Di rêza sêyem de Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel, di rêza çaran de jî cih da Serokê Dewleta Çînê Cinpingî. Her wiha Papa Francîs di lîsteya Forbesê de di rêza pêncan de cih girt.

Bi heman mijarî:

1350 rojnameger wê civîna çapemeniyê ya salane ya Putin bişopînin
Putin û Papa Francis li ser ewlekariya Xristiyanan axivîn
Putin: Em û Trump ji bo sererastkirina têkiliyan wek hev difikirin
Etîketan:
listeya lîderên serek yên dinyayê, Forbes, Cinping, Angela Merkel, Donalt Trump, Vladimir Putin, Çîn, Almanya, Amerika, Rusya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de