02:02 26 Sibat 2018
Zindî
    Türkiye turizm - Antalya

    Kêmbûna hejmara tûrîstan bi hatina rûsan sekini

    © REUTERS/ Kaan Soyturk
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di meha cotmehê de 2.4 milyon tûrîst hatin Tirkiyê û hejmara tûrîstan sedî 25.8 kêm bû. Li gorî 7 mehên dawî rêjeya kêmbûnê di asta herî biçûk de bû û ev jî bi hatina tûrîstên rûsî pêk hat.

    Geştyarên biyanî ku di meha cotmehê de serdana Tirkiyê kirin sedî 25.8 kêmtir bû. Di tevahiya mehê de 2.4 milyon geştyarên biyanî li Tirkiyê geriyan e. Lê digel vê rewşê jî di rêjeya geştyaran de li gorî 7 mehên dawî di asta herî nizm de ma.

    Di vê nizmbûnê de bandora tûrîstên ango geştyarên rûsî heye ku piştî başbûna têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê geştyarên rûs cardin berê xwe dan Tirkiyê.

    Bi krîza ku piştî Tirkiyê balafira rûs xist re hejmara geştyarên ku hatin Tirkiyê nêzîkî sedî 80î kêm bibû.

    Di meha cotmehê de herî zêde ji Almanyayê geştyar hatin Tirkiyê ku rêjeya wan sedî 20 bû (491 hezar û 59 kes). Rûsya di rêza duyemîn de bû û rêjeya wê sedî 9 bû (222 hezar û 719 kes) û Gurcistan jî bi rêjeya sedî 7.2 (178 hezar û 386 kes) di rêza sêyemîn de bû.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rosturîzmê bo turîstên rûsî yên li Antalyayê hişyarî
    Fas, di mijara turîstên rûsî de dibe reqîbê Tirkiyeyê
    Ji turîstên rûsî daxwaza hatina Tirkiyeyê
    ATOR: "Bi 10 hezaran turîstên rûsî wê herin Tirkiyeyê"
    Firînên charter wê hejmara turîstên rûsî 3 qat zêde bike
    Etîketan:
    rêje, tûrîzm, tûrîst, Geştyar, Gurcistan, Almanya, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de