06:21 20 Çile 2018
Zindî
    Vladimir Putin - Rodrigo Duterte

    Putin û Duterte li Peruyê hatin ba hev

    © Sputnik/ Kremlin/Mikhail Klimentyev
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokdewletê Rusyayê Putin û Serokdewletê Filipinan Duterte li paytexta Peruyê Limayê di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Aboriyê ya Asya Pasifikê de (APEC) hatin ba hev.

    Vladimir Putin - Şi Cinping
    © Sputnik/ Kremlin/Mikhail Klimentyev
    Li gorî ragihandina Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin di hevdîtina li gel Serokdewletê Filipinan Rodrigo Duterte de gotiye ku ew amade ne xebatên şîrketên rûsî yên di bazara Filipinan de xurtir bikin.

    Peskov diyar kir ku her du serok li ser mijarên veberhênaniyê û hevkariya dualî girtine dest û wiha got: "Putin ji Duterte re diyar kir ku ew amade ne xebatên şîrketên hilberanê yên vago û rêya hesinî yên di bazara Filipinan de zêdetir bikin. Duterte jî destnîşan kir ku veberhênerên rûsî dikarin di hin warên din de jî bikevin bazarê."

    PUTIN DUTERTE VEXWEND RUSYAYÊ

    Peskov aşkere kir ku Duterte di çarçoveya hevdîtinê de behsa têkoşîna li dijî madeyên hişber kiriye û Putin jî Duterte ji bo demeke guncav vexwendiye Rusyayê.

    Bi heman mijarî:

    Abe û Putin li Peruyê xweş û bêş bûn
    Duterte: "Heke Çîn û Rûsya pergaleke dinyaya nû ava bikin pêşî em tevlî dibin"
    Serokdewletê Filîpînan Duterte wê dawiyê li hevkariya 65 salan bîne
    Hevdîtina Obama û Duterte hat betalkirin
    Etîketan:
    Lûtkeya Hevkariya Aboriyê ya Asya Pasifikê (APEC), Dmitriy Peskov, Rodrigo Duterte, Vladimir Putin, Filipîn, Lima, Peru
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de