09:07 21 Nîsan 2018
    Vladimir Putin - Şi Cinping

    Putin û Şi li ser Rêya Hevrişimê axivîn

    © Sputnik / Kremlin/Mikhail Klimentyev
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokdewletê Rusyayê Putin û Serokdewletê Çinê Şi di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Aboriyê ya Asya Pasifikê (APEC) li Peruyê hevdîtinek pêk anîn. He du serokan rêyên avakirina têkiliya di navbera projeyên Herêma Aborî ya Rêya Hevrişimê û ya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê (AEB) gotûbêj kirin.

    Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin li paytexta Peruyê Limayê bi Serokdewletê Çinê Şi Cinping re hevdîtinek pêk anî.

    Japanese Prime Minister Shinzo Abe (L) shakes hands with Russian President Vladimir Putin
    © AFP 2018 / IVAN SEKRETAREV / POOL
    Derbarê hevdîtinê de Berdevkê Kremlinê Dimitriy Peskov daxuyaniyek belav kir û wiha got? "Her du serakon mijara pêşxistina hevkariya bi APECê re axivîn û li gel kitekitên derbarê programa hevdîtina asta bilind de çawaniya pevxistina projeyên Rêya Hevrişimê û AEBê nîqaş kirin. Peskov herwiha aşkere kir ku di hevdîtinê de mijara krîza Sûriyê hatiye rojevê û diyar kir ku helwesta her du welatan a derbarê çareseriya pirsgirêkên navdewletî de hevseng e.

    PUTIN: ÇÎNÊ MIN VEXWEND, EZ PLANDIKIM KU BIÇIM

    Putin herwiha destnîşan kir ku derbarê projeya Herêma Aboriyê ya Rêya Hevrişimê di Gulana 2017an de ji bo Çînê hatiye vexwendin û got ku ew plan dike biçe.

    Di vê navberê de Şi diyar kiriye ku divê Rusya û Çin di avakirina herêma bazirganiya serbest a Asya Pasifik de tevkariyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Helwesteke hevbeş ji Putin û Şî li diji dolarî
    Pûtîn: Em di sala 2017a de Şi dipên Moskovayê
    Pûtîn di derbarê geşedanên li Sûryeyê agahî dan Şi Cinping
    Erdogan û serokê Çînê Şi kom bûn
    Etîketan:
    Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê (AEB), Herêma Aborî ya Rêya Hevrişimê, Lûtkeya Hevkariya Aboriyê ya Asya Pasifikê (APEC), Dmitriy Peskov, Şi Cinping, Vladimir Putin, Rusya, Çin, Lima, Peru
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de