09:58 21 Îlon 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Mamosteyên Kurdistanê dest bi xwepêşandanan kirin

    © Foto: Osman Bashqali
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Bi sedan mamoste û karmedên Herêma Kurdistanê bo qeyrana muçeyan protesto bikin dest bi xwepêşandanan kirin.

    Navenda nûçeyan - Bi sedan mamoste û karmendên Herêma Kurdistanê yên ku ji ber qeyrana aborî demek dirêje muçeyên wan nayên dayîn îro danê sibehê li gelek navendên bajêr û navçeyan dest bi çalakiyên protestoyê kirin.  Mamostayên beşdarî xwepêşandanê bûne amaje dikin ku, ger maf û muçeyên wan neyên dayîn wê  pêvajoya xwendinê boykot bikin.  
    Koma Protestoya Gel û Koma Parastina Mafên Mamosteyam duh daxuyandibûn ku wê çalakiyê li dar bixin û banga beşdarbûnê li gel kiribûn.

    Li ser bangê li bajarên Helebçe, Silêmaniyê û li navçeyên Kelar, Kifri, Çemçemal, Koyê, Derbendixan, Xumaş, Taktakê û li gelek deverên din xwepeşandan dest pê kirin.
    Bi dehan mamosteyên ku li Helebçeyê hatin ba hev bang li hikumetê kirin ku êdî vê qeyranê çareser bikin.

    Hêjayê gotinê ye ku duh Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku dê pêvajoya xwendinê ya sala nû di 1ê Cotmehê de dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê 19 mamosteyên endemê Egitim-Senê hatin desteserkirin
    Mamosteyên ''Mamoste'' jî ji kar hatin dûr xistin...
    Boko Haram got dinya erda rast e û kete şopa mamosteyên erdnîgariyê!
    Mamosteyên zimanê kurdî dest bi kar kirin!
    Rojava - Mamosteyên kurdî ji bo dibistanan tên perwerdekirin
    Etîketan:
    maf, xwepêşandan, mamosteyên kurd, çareserî, qeyrana aborî, muçe, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de