17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Lijneya Bazirganî û Parastina Mezêxeran a Parlamentoya Kurdistanê û bazirganên kurd

    Parlamentoya Kurdistanê: Odeyên bazirganî û pîşesaziyê sist dixebitin

    © Foto: Parlamentoya Kurdistanê
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 801

    Lijneya Bazirganî û Parastina Mezêxeran a Parlamentoya Kurdistanê pêr roja sêşemê (22/12/2015) komek bazirganên kurd pêşwazî kir û rewşa bazirganiya Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

    Navenda Nûçeyan – Di civîna Lijneya Bazirganî û Parastina Mezêxeran a Parlamentoya Kurdistanê û bazirganên kurd de bazirganiya Kurdistanê ya navxweyî û navneteweyî hate nirxandin.

    Bazirganan ji Lijneyê xwestin ku hawirdekirinê karê asantir bibe da ku bazara kurdî geş bibe û Lijneyê jî diyar kir ku ew dê ji bo pêşvebirina bazirganiya Kurdistanê biryarên cidîtir bigirin.

    Di civînê de Lijneya Parlamentoya Kurdistanê odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên Kurdistanê ji bo sistî û lawaziya wan rexne kirin got: 'Ji bo ku bazirganiya kurdî û Kurdistanî bi pêş bikeve rola odeyan gelekî girîng e; lê mixabin odeyên bazirganî û pîşesaziyê pêwendiyên xwe yên bi bazirganan û bazaran re biriye. Divê bê zanîn ku ev sazî çav û guhên Lijneyê ne û derxistina qanûnên bazirganiyê yên bikêrhatî bêyî fikr û ramanên bazirganan û nûnerên wan ne mumkin e.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em ê hemû berhemên ambargoyî yên Tirkiyeyê îmha bikin
    Li Sûrê 3 welatî hatin kuştin
    Libnan: 'Em dê li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin'
    PAKê ji bo gelê Sûrê bang kir!
    FLAŞ ÎDIA - Hikumeta Iraqê çekên giran dide PKKê
    YDG-H: ‘30 tîmên taybet hatin kuştin'
    Tirkiye bi şerê navxweyî re rû bi rû ye
    TAYBET - Endamê DAIŞê: Me li Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî dît
    KOMELE: 'Divê kurdên rojhilatî bi kongreyekê dengên xwe bilind bikin'
    Etîketan:
    qanûnên bazirganiyê, odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên Kurdistanê, pêşvebirina bazirganiya Kurdistanê, bazirganên kurd, Lijneya Bazirganî û Parastina Mezêxeran a Parlamentoya Kurdistanê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de