13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîlokê, Hewlêr

    Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîlokê li Hewlêrê bûro vekir

    © Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 801

    Şandeke karsazên bi ser Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîlokê digel xwediyên 26 şirketan çûn serdana Hewlêrê û bi hevpîşeyên xwe yên Herêma Kurdistanê re civînek li dar xist.

    Navenda Nûçeyan – Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Dara Celîl Xeyat ragihand ku Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîlokê li Hewlêrê bûroyekê vedike û ev bûro ji bo xurtkirina bazirganiyê pêngaveke girîng e.

    Xeyat diyar kir ku ji bo xizmetên zêdetir divê têgihiştineke hevpar çêbe; lewre bi bajarên li der û dora xwe re pêwendiyên xurt datînin.

    Di civîna hevnasînê ya her du odeyên bazirganiyê de Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê Ezîz Brahîm Evdo û Konsolê Tirkiyayê yê li Hewlêrê jî axivîn û qala girîngiya bazirganiya di navbera her du bajaran kirin.

    Bi heman mijarî:

    Heyeta PEyê li Amedê ye
    Pamela Anderson li paytexta Rûsyayê Moskovayê ye
    Talîbanê êrişî Kandaharê kir: Herî kêm 37 kes hatin kuştin û 35 jî birîndar bûn
    HDPê ew îdia derewandin
    Li paytextê teqîn: 7 kuştî 22 birîndar
    El-Lebwanî: Aliyên komên terorîst çûne Riyadê
    Etîketan:
    civîna hevnasînê, xurtkirina bazirganiyê, Konsolê Tirkiyayê yê li Hewlêrê, Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dîlokê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê, Ezîz Brahîm Evdo, Dara Celîl Xeyat, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de