11:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Aştî Hewramî

    Kurdistan li Londrayê projeyên xwe yên pêşerojê nîqaş dike

    © REUTERS/ Stringer Files
    Aborî
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Aştî Hewramî li Londrayê beşdarî konferanseke bi navê ‘Destpêkek ji bo Hilberîna Petrol û Xaza Herêma Kurdistanê’ bû û got ku DAIŞ îxrackirina petrola Herêma Kurdistanê asteng dike.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Serweta Xwezayî ya Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî derbarê îxrackirina petrolê û astengiyan de got ku DAIŞ nebûya Herêma Kurdistanê dê rojê milyonek bermîl petrol îxrac bikira.

    Hewramî derbarê amadekariyên Herêmê de jî wiha got: ‘Pêwistiya me bi dem û sermayeyê heye; lewre em ji bo sala 2016an xwe amade dikin.’

    Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ya navendî de jî diyar kir ku li çareseriyeke wisa digerin ku berjewendiyên her du aliyan jî biparêze.

    Hewramî ji bo şirketên petrolê de jî wiha got: ‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser soz û peymanên xwe yên bi şirketên petrolê re be; mafên wan ên rewa dê berdewam bikin. Niha em girîngiyê didine ser avakirina navendên hilberîna elektrîkê. Em ê di navendên hilberîna elektrîkê de bikaranîna petrolê jî bidin rawestandin û derbasî bikaranîna xaza xwezayî bibin.’

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Ciwanen Welatparêz yên Şoreşger derbarê kuştina Tahir Elçî de daxuyanî da
    Li Stenbolê îstasyona metroyê de teqîn çêbû
    Bekir Bozdag: 'Guleya ku li Tahir Elçi ketiye di destê me de ye'
    DMMEyê Tirkiya ji bo qedexekirina Youtube sûcdar dît
    Li navenda Londrayê metirsiya bombeyê
    Baluken: ‘AKP ji lêkolîn û ronîkirina kuştina Elçî ditirse'
    Hisabgirê DAIŞê li navenda Moskovayê hat girtin
    Etîketan:
    şirketên petrolê, navendên hilberanîna elektrîkê, elektrîk, xaza xwezayî, petrol, Wezareta Serweta Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de