13:32 23 Hezîran 2018
Orangutan / Orangutanê Borneo

Li Endoznezyayê orangutanek li dijî buldozera ku jîngehê xira dike li ber xwe dide

© AFP 2018 / ROSLAN RAHMAN
Ekolojî
Lînkê kurt
0 0 0

Li herêma rojhilatê Endoznezyayê Kalimantanê orangutanek li dijî buldozera ku jîngehê xira dike li ber xwe dide. Parêzvanên ekolojiyê ji hikûmeta Endonezyayê daxwaz dikin ku yek ji herêmên dawî yên jiyanî yên orangutanê herêma Sungai Putri biparêzin

Rêxistina Navdewletî ya Rizgarkirina Ajalan vîdeoyek belav kir ku tê de li herêma rojhilatê Endoznezyayê Kalimantanê orangutanek li dijî buldozera ku jîngehê xira dike li ber xwe dide, tê xuyakirin.

Orangutana ku ji aliyê karkeran ve ji tê tirsandin, neçar dimîne ku bi awayekî trajîk cihê bûyerê bi terîkine.

Li Herêma ku zêdetirî 100 orangutanî lê dijîn, hikûmeta Endonezyaya soza parastinê daye lê hêj xirakirina derqanûnî didome.

Li gorî raporta Greenpeaceê herêma Sungai Putriyê yek ji stargeha dawî ya orangutanan e ku li 6 cihên wê êzingvaniyê dikin hatine tesbîtkirin.

‘JI BO HIKÛMETA ENDONEZYAYÊ ŞERMEKE MEZIN E'

Li gorî raporta Greenpeaceê ji bo berdewamiya nifşê orangutanên Borneoyê parastina daristana li Sungai Putri gelekî girîng e.

Xweza
© Sputnik / Tatiana Sourenkova

Ji Greenpeace a Endonezya Ratri Kusumohartono ev tişt anîne zimên, "Ev yek ji bo hikûmeta Endoznezyaya ku soza parastina Sungai Putri daye şermeke mezin e. Salek berê hikûmetê biryar da ku tehrîba qadên dar û daristananê raweste lê mekîneyên kar hêj bi birekên bi ceryan dixebitin. Hikûmet nikare destûra vê bide. Pêwist e hikûmet yasayên hewce bipejirîne û parastina daristanan misoger bike."

Bi heman mijarî:

Aktivîstan li çiyayê Gare hejmarek hirç berdan xwezayê
5 hezar û 500 kewên gozel berdane xwezayê
Pûtîn hespên kovî berdan xwezayê
Hewldaneke berpirsiyariyê 'Yekîneyên Parastinê Xwezayê'
Şaredariya AKPê lîstika şanoyê ya bi mijara xweza û dirokê ‘xetere' dît
Ji bo xweza û dîroka bajarên kurdan banga xwedî derketinê
'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin avê de bimînin'
Etîketan:
xweza, Orangutan, Rêxistina Navdewletî ya Rizgarkirina Ajalan, Endozneya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de