07:11 26 Gulan 2018
Lehiya li Hewlêrê

Baraneke tund li Hewêrê rabû: Bajar di bin avê de ma

© Sputnik / Osman Başqalî
Ekolojî
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî çend salan bo cara yekem di meha Gulanê de baraneke tund li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê bariya ku di encamê de kolan di bin avê de mane.

Peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ragihand ku baraneke gelekî xurt li Hewlêrê bariya ku di encama wê de lehî rabû.

Hêjayî gotinê ye ku ji mêj ve di meha Gulanê de baran li Hewlêrê nebariyaye û ev cara yekem di vê demê de baraneke wiha xurt dibare.

Li gorî agahiyên destpêkê, ti ziyaneke cidî çênebûye.

Berî çend rojan li Duhokê jî baraneke tund hatibû ku di encamê de lehî rabûbû û 4 kes miribûn û ziyan li bi dehan mal û avahiyan bûbû.

Bi heman mijarî:

Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn Mamosteyê Mezin e'
Îbrahîm Xelîl Baran: 'Evîn, Ew û Eynik'
Baran: "Di navbera kuştina Karlov û xistina balafirê de ferq tuneye"
Serokê PAKURDê Ibrahim Halil Baran hat girtin
Etîketan:
Lehî, BARAN, DUHOK, Hewlêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de