20:51 20 Gulan 2018
    Lehî

    Li Duhokê lehî rabû: Herî kêm 4 kes mirin

    © Sputnik / Ekatherina Lyzlova
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê lehî rabû ku di encamê de herî kêm 4 kes mirin û ziyan li bi dehan mal û avahiyan bû.

    Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê lehî rabû ku di encamê de herî kêm 4 kes mirin û ziyan li bi dehan mal û avahiyan bû.

    Şeva borî baraneke tund li devera Duhokê ya Herêma Kurdistanê bariya. Ji ber baranê li nav bajêr û hinek deverên din yên parêzgehê lehî rabû.

    Li gorî nûçeyan BasNewsê, Berdevkê rêveberiya berevaniya sivîl ya Duhokê Bêwar Ebdulezîzî ji gotiye, li nav bajarê Duhokê, li kampên koçberan û li hinek deverên din lehî rabû.

    Herwiha Ebdulezîzî got, li nahiya Feydiyê ya bajarokê Sêmêlê 4 kes mirin. Ew kesên han di nav otomobîlên xwe de bûne lê dema lehî rabûye, ketine binê avê û xeniqîne.

    Berdevkê rêveberiya berevaniya sivîl ya Duhokê da zanîn, ew malên ku li derdora çemê Hişkero ne, gelek ziyan dîtine. Ji ber lehiyê zêdetirî 50 malbatan malên xwe berdane û ji tirsa lehiyê heta sibê li nav medreseyan de mane. Nêzîkî 30 otomobîlên welatiyan ketine bin avê, hinek ji wan bi temamî pelixîne.

    Bêwar Ebdulezîz ragihand ku tîmên hawarçûnê karîne 27 kesan ji mirinê rizgar bikin û hinekan jî bişînin nexweşxanê.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Artvîna Tirkiyayê lehî: 3 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn
    Li Paragûay, Arjantîn, Brezîlya û Ûrûgayê lehî: 4 mirî 170 hezar bêwar
    Li Pakistanê lehî: 63 kesan jiyana xwe ji dest da
    Li Erebîstana Siûdî lehî:18 mirî
    Li Sri Lankayê lehî: 43 kes jiyana xwe ji dest dan
    Li Almanyayê lehî:6 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Etîketan:
    lehî, Bêwar Ebdulezîz, Kurdistan, Duhok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de