14:44 19 Nîsan 2018
    Amazon

    Li Amazonan derbarê mirovahiyê de hinek agahiyên girîng derketin holê

    © AFP 2018 / YASUYOSHI CHIBA
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li hinek herêmên Amazonê yên tê pêşbinîkirin ku beriya niha şûnwar lê tune bûn, derket holê ku di raboriyê de zêdetirî milyonek mirov lê jiyane.

    Arkeologên ji Zanîngeha Exeterê ya Brîtanyayê daxuyand ku li hinek herêmên Amazonê, ku tê pêşbinîkirin beriya niha qet destê mirovan pê nebûye, bi sedan gund hene û li van gundan jî mirovên ji nijad û zimanên cuda mane.

    Bermayiyên li eyaleta Mato Grossoyê ya li daristanên baranê yên Brezilyayê nîşan didin ku li herêmên beriya niha jiyan lê tune bû, di navbera salên hezar 250 û hezar 500î de mirov lê mane.

    Tê bawerkirin ku ev lêkolîna wê ji bo dîroka mirovahiyê ya li herêma Amazonan valahiyeke mezin dagir bike û di lêkolînê de hat ragihandin ku di raboriyê de li vê herêmê nêzikî hezar û hezar û 500 gund hatine avakirin û li van gundan nêzikî milyonek mirov lê diman.

    Bi heman mijarî:

    Hawking: Divê mirovahî ji xwe re li cihekî din bigere
    NASA: Hindik maye mirovahî jiyîna li fezayê kifş bike
    Mirovahî piştî 100 salên din wê tune bibe
    HDPê bangî meşa mirovahiyê kir! ‘Cenazeyên me nayên veşartin, mirovahî dimire'
    Etîketan:
    agahî, Zanîngeha Exeterê ya Brîtanyayê, Amazon
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de