11:42 21 Hezîran 2018
Baran

Metirsiya çêbûna hişkesaliyê li Kurdistanê nema

© Sputnik / Osman Başqalî
Ekolojî
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Ev du roj in ku pêleke baranê li tevahiya herêmên Herêma Kurdistanê daye ber xwe ku li hinek herêma ew baran bûye sedem ku çûnûhatina hinek rêyan qut bibe.

Birêveberê Seqenasî û Pêşbîniya Hewayî li Herêma Kurdistanê Bijar Kerem ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku "bo du rojan, pêleke baraneke xurt Herêma Kurdistanê vegirtiye û bûye sedema çêbûna lehî lêmiştiyan."

Kerem diyar kirk u baran li herêma Germiyanê û parêzgehên Silêmanî û Helebceyê ji Hewlêr ûDuhokê bêtir bariyaye, pira Tanceroyê ya li parêzgeha Silêmaniyê ya navbera bajarê Silêmaniyê û Qeredaxê ruxiyaye, hinek maê welatiyan jî ji ber baranê ruxiyane û ketine û herwiha rêya navbera Hewlêr, Koyê û Silêmaniyê jî qut bûye.

"DU PÊŞMERGE JI BER LEHIYÊ ASÊ MABÛN"

Ji aliyê din ve, Kerem diyar kir ku li bakurê Kerkûkê jî du Pêşmerge ji ber lehiyê astê mabûn û bi helîkopterekê hatine rizgarkirin."

Berpirsê seqanasiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku îsal baran gelekî kêm bû û metirsî hebû ku hişkesalî û nebûna çandiniya genim, ceh û derametên din hebû lê baran van rojan, ew metirsî nêhişt. Eger baran nebarîbûya, ne tenê hişkesalî lê herwiha dê ava kanî û rûbaran jî gelekî kêm bibûya û çandinî jî çêndeibû lê tenê di van du rojan de li parêzgeha Silêmaniyê baranek barî ku ji ya par bêtir bûye û rêjeya wê gihiştiye 200 milîmetreyan.

Bijar Kerem wiha berdewamiya axifina xwe de got ku "pêşbîn dikin di dema çend rojên bê de pêleke din a baranê bi ser Herêma Kurdistanê de were û bo dema çend rojan berdewam bike."

Bi heman mijarî:

Dadgeha Federal a Iraqê: Alaya Kurdistanê li Kerkûkê qanûnî ye
Tirkiye zêdetir hêz dişîne Herêma Kurdistanê
Dîroka hilbijartina Kurdistanê diyar dibe
Roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê nehat diyarkirin
Partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Iraqê li hev kom bûn
Etîketan:
Bijar Kerem, Koyê, Hewlêr, Silêmanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de