04:32 16 Kanûn 2017
Zindî
    مصيف أحمد اوه

    'Periyên Kurdistanê ji ber ambargoyê wek berê nakenin'

    © Sputnik/
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 0 0

    War û deverên bêhempa yên herêma Kurdistanê tên bîra we? Belê, iraqiyan ji ber xweşbûna wan navê "perî" li wan havîngeh û deverên geştiyariyê kiribû lê ji ber rageşiya navbera Bexda û Hewlêrê êdî wek berê serdana wan havgîngeh û deverên geştyariyê yên Kurdistanê nakin.

    Hinekî rûkeniya wan periyan hinekî kêm bûye. Ew havîngehên parêzgehên Kurdistanê; Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê heta berî du mehan tijî şahî û aheng bûn ku ji naverast û başûrê Iraqê serdana wan herêman dikir daku bi dîmen, av û tava wan şa bibin.

    Havîngehên Herêma Kurdistanê  piştî û berî referandûmê
    © Sputnik/
    Havîngehên Herêma Kurdistanê piştî û berî referandûmê

    Piştî encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ku 93% ji gelê Kurdistanê dengê erê tê de dabû, rêjeya geştyarên ji aliyên din ên Iraqê ve serdana wan dikin kêm bûye.

    Havîngehên Herêma Kurdistanê  piştî û berî referandûmê
    © Sputnik/
    Havîngehên Herêma Kurdistanê piştî û berî referandûmê
    Havîngehên Herêma Kurdistanê  piştî û berî referandûmê
    © Sputnik/
    Havîngehên Herêma Kurdistanê piştî û berî referandûmê

    REWŞA BERÊ

    Gelek şirketên geştyariyê hebûn ku her hefte her yekê ji wan du geşt ji Bexdayê û parêzgehên başûrî û naverast ên welatî bo Herêma Kurdistanê bi rê ve dibin daku bi wan dîmenên bêhempa yên çiya û sûlavan şa bibin.

    Otobûsên geştyariyê diketin rêzê û bi dehan geştyar dibin havîngehên Akreya Duhokê ji wê derê ew dibirin sûlavên Spîlkê û Geliyê Zentayê daku bi av û darên berî, hejîr û mijmijan giyanê xwe vehesînin.

    Havîngehên Herêma Kurdistanê  piştî û berî referandûmê
    © Sputnik/
    Havîngehên Herêma Kurdistanê piştî û berî referandûmê

    Herwiha havîngejên Şeqlaweyê, Bîxal û Geliyê Elî Begî û navendên wê yên geştyariyê tijî dibûn ku bi lîstika xwe ya navdar Şengilbaneyê ku ji erebeyên ji ser ê çiya dihatin xwarê pêk dihar û bazarên xwe yên gelêrî bala geştyaran dikişand.

    Bendava Dokanê jî ne kêmî havîngehên Akre û Şeqlaweyê bûn ku tijî geştyar dibûn.

    REWŞA NIHA

    Niha rewş hinek guheriye ji ber gelek şirketên geştyariyê yên Bexda û başûrê Iraqê piştî qeyrana navbera Bexda û Hewlêrê geştên xwe rawestandine.

    Belê sedem ne tenê qeyrana navbera Bexda û Hewlêrê ne lê sedemên suriştî jî hene, wek vebûna dibistanan û hatin zivistanê ku êdî hewa li wan havîngehan jî sar bûye û dê heta biharê wiha dewam bikin.

    Aktivîstê bi navê Goran Azad ji havîngeha Bendava Dokanê ya girêdayî Parêzgeha Silêmaniyê ku havînê gelek geştyar serdana wê dikir, ji Spûtnîkê re got,"êdî hejmara kesên serdana havîngehê dikin kêm bûye. Hinek malbat û çend xiwan tên.

    "HINEK ŞIRKET GEŞTÊN XWE DÎSA DAN DESTPÊKIRIN"

    Li gel vê rewşê jî hinek şrketên geştyarê li gel vê rewşê jî geştên xwe bo Herêma Kurdistanê dewam dikin ku yek ji wan li Nexdayê ye û xwestiyê Felah Ziwênî ji me re axivî.

    Zwênî got: Piştî referandûmê û vekirina rê bo Herêma Kurdistanê me hefteya borî roja sêşemê otobusek şand herêma Kurdistanê û seferê duyem jî dê 9ê vê mehê ye"(Anku duh bû).

    Xwediyê şirketê destnîşan kir ku buhayiya geştên bo Herêma Kurdistanê ji 100 hezar dînarên iraqî daxistine 65 hezaran û wiha pê de çû, "ev jî zirarê li me dike lê dîsa jî me ev kir daku em dîwarê tirsê biherfînin".

    Havîngehên Herêma Kurdistanê  piştî û berî referandûmê
    © Sputnik/
    Havîngehên Herêma Kurdistanê piştî û berî referandûmê

    Ji aliyê din ve, Ziwênî diyar kir ku wan hejmara geştyaran kêm kiriye û piştî referandûmê, çend "cahilan" bi keviran êrîşî otobûsekê kiribû.

    Havîngehên Herêma Kurdistanê  piştî û berî referandûmê
    © Sputnik/
    Havîngehên Herêma Kurdistanê piştî û berî referandûmê

    HERÊMA KURDISTANÊ HÊSANIYAN DIKE

    Zwênî diyar kir ku Birêveberiya Herêma Kurdistanê biryareke da ku çi welatiyê êrîşî erebekî yan jî geştyarekî bike, were sizakirin û bo 6 mehan were sizakirin û herwiha nêzîkî 800 dolarê amerîkî jî bide.

    Havîngehên Herêma Kurdistanê  piştî û berî referandûmê
    © Sputnik/
    Havîngehên Herêma Kurdistanê piştî û berî referandûmê

    Derbarê kirar û prosedûrên derbasbûna geştyaran da jî, Zwênî diyar kir ku Herêma Kurdistanê gelek hêsanî dane şirketan ku êdî li gorî berê derbasbûna wan bo herêmê tenê çend deqîqean dewam dike.

    Herwiha Zwênî pêşbînî kir ku bi hatina zivistanê û barîna berfê, hejmara geştyaran diçin çiyayê Korekê daku li telefirîka wê siwarê bên dê zêde bibe.

     

    Bi heman mijarî:

    Pentagon: Divê Amerîka ji şer re amade be
    Cîgirê Serokomar Iraqê: Bila hikûmet sînorekî ji Haşdî Şabî re deyne
    ‘Krîza dîplomatîk a navbera Amerîka û Tirkiyeyê wê zêdetir bibe'
    Puşkov: Digel peyvên Erdogan jî statuya Kirimê naguhere
    Wezîrê Tendirustiyê di bazdana maratonê de jiyana xwe ji dest da
    Bi krîza vîzeyê nêzî 18 milyar dolar bazirganî kete talûkê
    Etîketan:
    havîngeh, Şeqlawe, Dokan, Akre, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de