20:39 21 Îlon 2017
Zindî
    Hişkayî Rojhilata Navîn - Avhewa

    Zanyar: Wê hişkayîya Rojhilata Navîn 10 hezar salan dewam bike

    © Flickr/ Anthony Quintano
    Ekolojî
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Li gor gotara ku di kovara Journal of Quaternary Science hatibû weşandin de tê gotin, erdnas û pisporên klîmayê analîza dîroka avhewaya Rojhilata Navîn ya 130.000 salên dawî kirin û di encamê de diyar kirin ku hişkiya îro wê nêzîkî 10 hezar salên din jî dewam bike.

    Karmendê Zanîngeha Miamî ya DYA Sevag Mexteriyan ragihand ku ‘Hikûmetên dewletên Rojhilata Navîn bawer dikin ku klîmaya îro anomaliya demkî ye û av di demeke nêzîk de vegere herêmê. Lêkolînên me nîşan dikin ku di rastiyê de, her tişt berevajî pêk tê. Di pêşerojê de asta baranê hîn zêde bibe, lê firtoneyên Deryaya Navîn wek çavkaniyê sereke yê şilaya herêmê wê kêmtir be.'

    ‘MONGOL MECBÛR MAN ÊRÎŞÊN XWE RAWESTÎNIN'

    Gelek erdnas û dîrokzan hewil didin nas bikin ka hejandinên klîmayê di demên berê yên dîrokî de û heta yên deh salên dawî, çawa karîbûn bandorê li ser pêşketina dîrokê bikin.

    Mînak, wan berî demekê diyar kiribû ku sarbûna hewayê ku di sedsala VIIan de pêk hatibû, karibû bibe sedema nexweşiya epîdemîk ya webayê li Împeratoriya

    Bîzansê û herwiha bibe bingeha mezinbûna Xelîfetiya ereban, lê di sedsala XIIIan de mecbur kir ku Mongol erîşên xwe li hember Ewropayê bidin rawestandin.

    Li gor hizra hinek zanyaran, bûyera dawî ya bi vî rengî îro `bihara erebî` û şerên li Rojhilata Navîn yên ku di sala 2009an de bi hişkayî û kêmbûna xwarinê ve girêdayî hatibû provakekirin, hesab dikin.

    ‘ANALÎZ DIŞIBE NIMÛNEYÊN QEŞAYA GRENLANIYAYÊ'

    Mextêriyan û hemkarên wî diyar dikin, ku hişkayiya îro xwedî kokeke kûr ya dîrokî ye. Wan lêkolîna guhertina avhewaya Rojhilata Navîn di dawiya serdema qeşayê kiribû û analîza stalagmîtên şikefta Kela-Kord ya li bakur-rojavayê Îranê kiribûn.

    Zanyar dibêjin ku stalagmît di encama hereketên dilopên ava ku ji dîwarên şikeftan tê xwarê ava dibin. Ava han ji derve dikeve nav şikeftan û pêkhateyên wê yên îzotop diyar dikin ka dema pêkhatina qatên stalagmîtan klîmaya wê herêmê çawa bûye.

    Zanyaran piştî analîzkirina dîroka avakirina stalagmîtên li Kela-Kord ya di navbera 130 hezar salan de pêkhatibû, dîtin ku hejandina avhewaya bi dirêjiya çend hezar salan ya wê herêmê dişibe analîza nimuneyên qeşaya ji Grenlaniyayê.

    ‘HETA DEH HEZAR SALAN DÊ HIŞKAYÎ DEWAM BIKE'

    Ev tê wê wetayê ku avhewaya Bakurê Atlantîkayê û Rojhilata Navîn bi hev re girêdayî bûne û bi mekanîzmekê ve dihate birêvebirin. Li gor çavdêriya Mexteriyan û hemkarên wî, îro Rojhilata navîn kete `qonaxeke din ya hişkiyê` û wê nêzîkî 10 hezar salan berdewam bike. Ji ber wê çendê zaniyar tekez dikin ku gerek neyê hêvîkirin ku bidestxistina avê di demên nêzîk de pirsgirêk bi xwe bête çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Îmamên li Brukselê li dijî terorîzmê çalakî li dar dixin
    Artêşa Sûriyeyê îstasyona xazê ya `Xeyl` ya Humsê ji destê DAIŞê derxist
    Li Hindistanê ji ber brûskê 31 kes can dan
    Sekreterê NATOyê daxwaza berdewamiya mueyîdeyên li ser Rûsyayê kir
    Ebadî: Li Mûsilê radigihînim ku dewleta xurafeyan têk çû
    Hikûmeta Tirkiyê pirtûka DAIŞê weşand
    Etîketan:
    ROjhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de